SEMÎRE ŞEHABÎ / SILÊMAN
Helbestvana kurd a naskirî Kejal Îbrahîm Xidar şeva din ji ber nexweşiyek giran li Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê di temenê 50 salî de koça dawî kir.
Helbestvan Kejal Îbrahîm Xidar di sala 1968’an de li navçeya Qeladizê ya ser bi Îdareya Raperîn ji dayik bûbû. Xwendina seretayî, navîn û amadeyî her li Qeladizê xwendî bû. Ji sala 1990’an ve ji ber karê rojnamegerî ligel hevjînê xwe derbasî Silêmaniyê bûbû. Her wiha li Dibistana Amedeyî ya Pişezayî ya Silêmaniyê karmend bû. Dayika sê zarokên bi navê Namir, Darî û Deryas bû.
Kejal di sala 1987’an de dest bi nivîsandina helbestan kir. Di serî de helbest ji bo zarokan nivîsî. Piştre di nava civaka kurd de wekî helbestnaveke diyar hate naskirin. Piraniya berhemên wê li malper, kovar û rojnameyan hatine weşandin.
Kejal xwedî 14 berhemên helbestan e. Naveroka berhemên wê yên girîng bi zimanê ereb û farisî jî hatine wergerandin. 15 hunandî ji bo zimanê farisî û 120 jî ji bo zimanê erebî hatine wergerandin. Her wiha li ser berhemên wê lêkolîn jî hatine nivîsandin. Du berhemên wê jî bûne mijara şanoyê.
Kejal di nava jiyana xwe de girîngî daye helbest û wêjeya kurdî. Her wiha endama Desteya Nivîskarên Kurd bû. Li Başûrê Kurdistanê jinekî diyar û di hate heskirin.
Kejal Îbrahîm derengiya şeva din li Nexweşxaya Şar a Silêmaniyê di temenê 50 salî de koça dawî kir.
Ji Rojnewsê hatiye girtin