Diyarname
Belgefîlmê bi navê "Our War" (Şerê Me) ku li ser sê rojavayiyên li nav YPG'ê hatiye kişandin di çarçoveya 73'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê de hat nîşandayîn. Berî nîşandayînê li ser xaliya sor alên YPG'ê hatin vekirin, Tirkiye protestokirin. Di nîşandayîna belgefîlm de her sê rojavayiyên wekî şervan beşdarî YPG'ê bûbûn jî amade bûn. Derhênerên belgefîlm Benedetta Argentieri, Bruno Chiaravalloti, Claudio Jampaglia derketin pêşberî çapemeniyê.
Piyadeyê behrê yê berê yê ji DYA'yê Joshua Bell, komunîstekî îtalyan Karim Franceschi û parêzvanê ewlehiyê ji Swêdê Rafael Kardari di belgefîlm de qala çîroka xwe ya beşdariya YPG'ê dikin û her wiha şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê. Ew berî nîşandayînê bi kincên YPG'ê û kincên kurdan derketin pêşberî çapemeniyê.
Belgefîlmê bi zimanê îngilîzi, îtalyanî, kurdî, erebî ye, 68 deqîqe ye û belgefîlm di rojên 9 û 10'ê mehê du caran hat nîşandayîn.
'Şêrê Zêrîn' çû Fîlîpînê
Festîval bi merasima xelatdayînan bi dawî bû. Xelata mezin a festîvalê "Şêrê Zêrîn" derhênerê ji Fîlîpînê Lav Diaz bi fîlmê xwe "The Women Who Left" girt. Derhêner wisa got, "Ev xelat ji bo gelê Filîpînê ye, têkoşîna me ji bo têkoşîna mirovahiyê ye." Bi vê xelatê yekem car li Venedîkê derhênerek ji Asyayê xelatê digire.
Her wiha piştî vê xelata girîng xelata "Şêrê Zîvîn" dan fîlmên “Paradise” (derhêner Andrei Konchalovsky) û “La Region Salveje” (derhêner Amat Escalante). Xelata Lîstikvana Herî Serketî bi rola di fîlmê “La La Land” de dan Emma Stone û Xelata Lîstikvanê Herî Serketî jî bi rola di fîlmê “El Ciudano Ilustre” de dan Oscar Martínez.
Reha Erdem jî xelat girt
Di vê navberê de derhêner Reha Erdem ku bi fîlmê xwe "Koca Dunya" (Dinyaya Mezin) beşdarî festîvalê bûbû Xelata Juriyê ya Taybet girt.


