Diyarname
Walîtiya Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li Licê derketina qadan qedexe kir.
Piştî Gimgimê* vê carê Walîtiya Amedê daxuyanî weşand. Walîtiya Amedê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku wan li Licê derketina kolanan qedexe kiriye. Walîtî wisa got: "Ji bo ewlehiya can û malê gel bi benda 11/C ya Zagona Îdareya Bajêr a Xala 5442'yan li navneda navçeya Licê roja duşemê 17.08.2015'an saet 21.00'an heta roja sêşemê 18.08.2015'an saet 01.00 derketina kuçeyan qedexe ye. Hemwelatî ji bo ewlehiya can û malên xwe gelek girîng e li gor vê biryarê tevbigerin."
Walîtî got ku biryara derketina qadan dê dîsa ragihînin. Li Gimgimê jî derketina qadan hatibû qedexekirin û di dawiyê de îro derket holê ku hêzên ewlehiyê gule bera malan daye, hin mal û dikan rûxandine.
* Nûçeya eleqedar:
- Notên ji Gimgima wêranbûyî


