Omer Dilsoz
Niqteya sifirê, ji bo hemû dûrî û nêzîkiyan xwedî heman qonaxê ye. Gava ku mirov ji cihê vê niqteya herî bêbandor çavê xwe li jiyanê bigerîne, ev ê jî bi xwe re avantaja “serweriya” hemû dorgehê bide mirovî.
Ji vê niqte/cîgehê ve tu ji bo hemû “baÅŸî” û “nebaÅŸiyan” di heman dûr û nêzîkiyê de yî.
Ji ber ku tu bi heman dûr û nêzîkiyê li fikr û jiyana mirovan dinêrî, kes bi pêÅŸdarazî û nêzîktêdayînên polîtîk li gel te têkiliyê durist nake û li ser wê li te nanêre. Lewra mirov jî ne wekî ku dixwazin, wekî ku difikirin û wekî xwe nêzîktêdayînê bi te re çêdikin. Ji ber ku tu ji bo wan “kesekî/e bêtesîr î” û ji ber hindê jî ew tu “xweziyeke” madî û manewî ji te hêvî nakin.
Tu li vê cîgeha sifirê, ji hemû “sîfet û pênas”, “etîket û pênavên” civakî û komelî bêpar î, ji “çep” û “rast”ên raman û pêlên ramanî ve jî “giraniya te” eynî ye û tu tenê li derazinkên “sifir” û “di bin wê de” yî.
Hebûn û nebûna te qet ferq nake. Heman tiÅŸt e. Tu li ber dilê tu kesî “nîn î”, tenê li cîgeha “tune û hîçê” di ber pêl û verêja jiyanê bêyî ku bêyî dîtin û bi hebûna te bihesin/giraniyeke te hebe, gêr dibî û diçî.
Serhengên hemû romanên min, ji vê cîgehê ve berê xwe didin jiyanê. Ji ber hindê jî, ew xwedî nêrîneke berfireh û piralî ne. Ji lew re ew bi çarçoveyeke gelek berfireh û ji kûrahiyê de, bêyî ku xwe li hukm û darazan ragirin, bûyer û helkeftan dinirxînin/diseridînin. Di bêjînga xwe dixin. Rûdanên ku bi awayekî normal em nebînin, an jî ji ber pestên siyasî û polîtîk, an jî ÅŸermizandina civakî û derdorê em newêrin an jî naxwazin bibînin, dibînin û xwe dadihêlin/berdidin nav xêzik û rehikên herî tenik û zirav ên jiyanê yên “di nav rêzikan” re û wan li ser tara xwe diseridînin. Li moxila hest û ramanên xwe didin û dihêrin.
Ji bo nivîserekê ku ji cîgeha sifirê binêre û biÅŸêt ji wê derê ve helsengrîne, avantajeke mezin e.
Ji ber ku xwe ji dubendî û duserîtiya jiyanê pak kiriye û bi heman dûr-nêzîkiyê li bûyer û pêkhatinan dinêre. Her wiha li cîgeheke wisa ye ku “dikare” awayê nêzîktêdayîn û nirxandina her kesê/her alîyî bide ber ronahiya hizirtêkirina xwe. Ew bi çavên serê xwe bersiva pirsên ‘kî, çi, ji bo çi û çawa dike’ dibîne û dikare ji vê cîgehê ve palpiÅŸt û paÅŸxaneya helkeftan derîne ser berikê. Ji ber vê ye, xwedî ÅŸiyana rexnekirinê ye. Çi ko girêdayî çi zincîreke “aydîyetê” nîn e ku wî asê bike ku li gorî wê, fikra xwe bide pêÅŸ. Ew xwe “mecbûrî” tu kes û aliyan nabîne, ji ber vê jî, dilê wî rehet û aram e. Rihê wî azad e.
Cîgeha sifirê, krîstalîze û zelalbûna ramanê ye. Saf û pakbûna hestan e. Azadbûna xweseriya însên e, ew niqte ye ku perdeyên li ber rastiyê tên kiÅŸandin û mirov di “tara behûnê” de diseride û dipiÅŸêve.
Ji ber hindê jî, li vê cîgehê, ne mirin, jiyan tê pîrozkirin, ne ÅŸer, aÅŸtî tê daxwazkirin û li ser vê binemayê mirina mirovekê mirina/qirlêketina/qirbûna hemû mirovahiyê ye. Ev qiyamet e.
Ji ber vê,
Ji cîgeha sifirê ve banga me ye ji mirovahiyê re;
Werin em bi hev re hemû kumên “aydîyetê”, cil û bergên demargirîyê/nijadperestiyê biêxin
Û tenê wekî însaneke rût û tazî, ji cîgeha sifirê lê binêrin
De ka bibêjin; Çi ferqa me heye?
Ev dinya têra me hemûyan dike û ji ber me dimîne jî!
***
Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- “Xweseriya Demokratîk” û modela BaÅŸûr
- Li ser “Bendewarên Adarê” a Mihemed Ronahî
- Çîroka ‘Gulava’ Sîdar Jîr pir nas û diltezîn e
- Barbarê Kawa Nemir
- Di romana kurdî de qonaxeke nû: ‘Meryema’ya Sebrî Silêvanî
- “Zeraq”ê daye Mirina/KuÅŸtina Bêsî
- Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirÅŸ e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Åžîfreyên dema nû û tiÅŸtên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piÅŸtê!’