Diyarname
Di Lîga Şampiyonan ji bo maçên 16'ên Dawî pişke hat kişandin. Du tîmên mezin Barselona û PSG bûn reqîbên hev ku ev maç dê wekî fînalê be.
Pişke li Navenda Giştî ya UEFA'yê hat kişandin. Di necamên de ji bo maçên 16'ên Dawî ev tîm bûn reqîbên hev.
- Borussia Monchengladbach - Manchester City
- Lazio - Bayern Munih
- Atletico Madrid - Chelsea
- RB Leipzig - Liverpool
- FC Porto - Juventus
- Barcelona - PSG
- Sevilla - Borussia Dortmund
- Real Madrid - Atalanta
Tîm du maçan dê bi hev re bilîzin û yek dê derbasî çarîk fînalê bibe, tîma din vegere mala xwe. Maçêh yekemîn rojên 16-17 û 23-24'ê reşemiya 2021'ê, rovanşên wan jî rojên 9-10 û 16-17'ê adara 2021'ê dê bêne lîstin.
Pişkeya herî balkêş ya Barselona û PSG ye. Ew di sala 2017'an de jî hatibûn hemberî hev. Di maça yekem de PSG'ê li mala xwe 4 gol avêtibûn Barselonayê û bi 4-0 ew şandibû mal. Her kesî bi çavê ev kar temam e nêrî. Li maça li Barselonayê de deqîqe 87 bû û Barselona bi 3-1 li pêş bû, lê ev yek têr nedikir. Di deqîqeyên mayî de, di deqîqeya 88 û 90+1 de Neymar û di deqîqeya 90+5 de Sergio Roberto gol avêtibû û Barselonayê bi 6-1 maç bi dest xistibû. Vê carê Neymar li PSG'ê ye û ev maç jî dê bibe wekî rovanşa maça sê sal berê. Û helbet heyecana cê maçê ji niha de xwe dide hîskirin.