Diyarname
Akbank Sanat bi navê "Pêşbaziya Kurtefîlman a Li Mal a Akbankê" pêşbaziyek da dest pê kirin. Pêşbazî di navbera 4'ê gulanê û 4'ê pûşperê de li dar dikeve. Yên bixwazin dikarin kurtefîlmên ku piştî 1'ê avrêlê/nîsanê kişandine ji bo wan bişînin.
Li gor daxuyaniya ku hatiye dayîn beşdar divê hesabê wan ê instagramê @akbanksanat bişopînnin û kurtefîlmên xwe yên herî kurt 2 deqe, herî dirêj 5 deqe jî bi hashtaga #akbankevdekısafilm belav bikin.
Encama pêşbaziyê dê roja 22'yê pûşpera 2020'an saet 17'an de li ser kanalên wan ên tora civakî bêne eşkere kirin.
Kesên bi ser bikevin dê bi van makîneyan bêne xelatkirin:
Yekemîn: Lomo'Instant Automat Camera and Lenses (Playa Jardín Edition) li850b,
Duyemîn: Diana Instant Square Camera with Flash dsq700,
Sêyemîn: Lomo’Instant Automat Camera (Playa Jardín Edition) li150b
Her wiha ji bilî 3 kesên pêşî, dê wekî xelat endamtiya salekê ya platforma sînemayê MUBI bidin 5 kesan.
Ji bo beşdarî û agahiyên din:
- PÊŞBAZIYA KURTEFÎLMAN


