Diyarname
Di van rojên koronayê de derhênerên kurd xebata belavkirina fîlmên xwe didomîne. Ji wan em îro du fîlman derdixin pêş:
Ji derhêner Oz "Zer"
Derhêner Kazim Oz herî dawî fîlmê xwe "Zer" kişandibû û niha yên bixwazin dikarin ji ser vîmeoyê re lê temaşe bikin. Oz ji bo vê serdema koronayê û qedexeya derketina derve şîfreya fîlmê xwe ji bo çend rojan rakir û yên bixwazin dikarin lê temaşe bikin. Her wiha di kanalê wî yê vîmeoyê de der barê berhemên wî yên din de jî agahî hene.
Ji bo temaşekirinê divê endamtiya mirov a vîmeoyê hebe û piştî pê li ZER bê kirin beşa 'rent'. Dema 'prome code' derkeve di wir de divê 'Korona' divê bê nivîsandin.
Ji bo temaşekirinê lînkê bitikînin:
Ji derhêner Çinar 'Di navberê de'
Fîmê "Di navberê de" fîlmê dawî yê derhêner Alî Kemal Çinar e. Çinar di sala 2018'an de ev fîlmê xwe kişand. Niha bi ser Youtube re bê şîfre yên bixwxazin dikarin lê temaşe bikin.
Ji bo temaşekirinê lînkê bitikînin:


