Diyarname
14 fîlmên ku dê di 18'emîn Festîvala Fîlman a Kozeya Zêrîn a Edeneyê de bi hev re bikevin pêşbaziyê diyar bûn.
Festîval di navbera 17-25'ê rezberê de li dar dikeve. Serokê Juriya Pêşbaziya Navneteweyî Derviş Zaim e û endamên juriyê jî Beste Bereket, Bulent Vardar, Ebru Ceylan, Selim Demirdelen, Taner Birsel û Yekta Kopan in.
Di pêşbaziyê de "Aşk ve Devrim" ê F. Serkan Acar, "Beni Sev" ê Ali Ozgenturk, "Celal Tan ve Ailesinin Aşiri Acikli Hikayesi" ê Onur Unlu, "Eylul" ê Cemil Agacikoglu, "Gelecek Uzun Surer" ê Ozcan Alper, "Kadife / Buyuk Ana" ê Erdogan Kar, "Kaybedenler Kulubu" ê Tolga Ornek, "Mar" Caner Erzincan, "Memleket Meselesi" ê İsa Yildiz û Murat Onbul, "Sakli Hayatlar" ê A. Haluk Unal, "Simurg" ê Ruhi Karadag, "Turk Pasaportu" ê Burak Cem Arliel, "Vucut" ê Mustafa Nuri, û "Yurt" ê Muzaffer Ozdemir dê bi hev re bikevin qayişkêşanê.
Di pêşbaziyê de fîlmê herî serketî dê 350 hezar TL pere wekî xelat bigire. Merasima xelatdayînê dê roja 24'ê mehê li Amfi Tiyatro ya li Merkez Parka Edeneyê li dar bikeve.


