Diyarname
Lîstikvanê Îranî yê bi nave Ali Asgar Şahbazî ku bi fîlmê "A Separation" navdar bûbû roja 30'yê sermawezê wefat kir.
Filmê derhêner Asgar Ferhadî yê bi navê "A Separation" di waraê Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî de Xelata Oscarê girtibû. Fîlmî li 61'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê Xelata Fîlmê Herî Serketî Hirça Zêrin jî girtibû. Serlîstikvanê vî fîlmî Ali Asgar Şahbazî jî bi rola di vî fîlmî de li Berlînê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî Hirça Zîvîn girtibû.
ALi Asgar Şahbazî di sala 1922'yan de li Tehranê hatibû dinê û di gelek fîlman de lîstibû. Lê ew bi rola sereke ya di fîlmê "A Separation"ê de li dinyayê navdar bûbû. Di fîlm de bi karakterê Nadîr rola bavekî ku bi nexweşiya Alzheimer ketiye lîstibû.