Diyarname
Vê hefteyê 8 fîlm ketine vîzyonê. Didu ji wan animasyon in. Ji van em sê heban derdixin pêş.
"AMRUM"
"Amrum" fîlmê derhêner Fatih Akın e. Fîlmê ku îsal li Cannesê hat nîşandayîn Diane Kruger, Matthias Schweighofer, Laura Tonke, Jasper Billerbeck, Lisa Hagmeister, Kian Koppke, Lars Jessen û Detlev Buck têde dilîzin.
Sal 1945, rojên şer nû bi dawî bûye. Ji demsalan havîn. Li Girava Amrum a Bakurê Almanyayê zarokek 12 salî bi navê Nanning dijî. Di nebûna bavê xwe de hemû berpirsiyariya malbatê digire ser milan. Şopên şer didomin û bi xebera ku tê bandorê li jiyana Nannig û hemû kesên li giravê dike
"A PRIVATE LIFE'
"Vie Privee" bi navê "Jiyana Taybet" wergerandine û xistine vîzyonê. Derhêner Rebecca Zlotowski fîlm bi rê ve biriye û Jodie Foster, Daniel Auteuil, Virginie Efira, Mathieu Amalric, Vincent Lacoste, Luana Bajrami, Noam Morgensztern û Sophie Guillemin têde dilîzmin.
Lilian Steiner ku psîkiyatrekî naskirî ye bi mirina nexweşek xwe gelek xemgîn dibe. Mirina nexweş wekî întîxar dixuye lê baweriya Lilian Steiner ew e ku ev ne întîxar kuştin e. Piştî demek ew ligel mêrê xwe yê berê Gabriel dest bi lêpirsînê dike.
Fîlmê ku îsal li Festîvala Cannesê hat nîşandayîn, niha li vîzyonê ye.
'ADÎLE NAŞÎT'
'Adîle Naşît' navê fîlmê derhêner Çagan Irmak e. Adile Naşit lîstikvaneke navdar bû li Tirkiyeyê û kesek bû ku gelek mirovan jê hez dikir. Naşit bi kena xwe bala gelek kesî dikişand.
Niha Çagan Irmakî li ser jiyana Adile Naşit fîlm kişandiye.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Five Nights at Freddy’s 2 / Derhêner Emma Tammi
- A Private Life / Derhêner Rebecca Zlotowski
- Amrum / Derhêner Fatih Akin
- Jujutsu Kassen: Execution / Derhêner Shouta Goshozona / Anîmasyon
- World Protecting Toys / Derhêner Xian Guan / Anîmasyon
- 60 Gun / Derhêner Îsmaîl Doruk
- 72. - Yetmiş İkinci / Derhêner Yunus Elçi
- Adile Naşit / Derhêner Çagan Irmak


