AMED
Hevseroka HDP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku ew dê roja sêşemiyê civîna koma partiya xwe li Lîceyê li dar bixin.
Hevseroka HDP'ê Sebahat Tuncel, anî ziman ku bi armanca balê bikşînin ser du kesên li gundê Biryasê yê navçeya Lîcêya Amedê ku ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin û komkujiyê şermezar bikin civîna koma partiya xwe ya her hefte li Meclisê roja sêşemê li dar dixin dê li Licê li dar bixin.
Tuncel li ser mijarê ji bo DÎHA'yê axivî û wiha got: "Hem ji bo em bertekan nîşanî komkujiya li Lîcê pêk hate bidin û hem jî ji bo bersiva komkujiyê bidin, em dê sêşemiyê civîna koma xwe li Lîceyê pêk bînin."
Li Tirkiyeyê wekî rêgezek partiyên ku koma wan li meclisê heye her roja şemiyê li meclisê civîna koma xwe li dar dixe.
**
Nûçeya eleqedar:
- Cenazeyên Baran û Akdemîr hatin definkirin


