Enqere
Mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk li meclisê di hevdîtinên Zagona Kar de bi kurdî û tirkî Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.
Di axaftinên li ser Pêşnûmaya Hin Zagonan û Zagona Kar de Mebûsê DTP'ê Osman Ozçelîk li derveyî rojevê mafê axaftinê girt, 14'ê Gulanê Roja Dermanfiroşan û Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.
Ozçelik da zanîn ku ji ber polîtîkayên Wezarî Tenduristiyê dermanfiroş niha di nav zehmetiyên dijwan de ne û ji ber vê yekê dermanfiroşan "Camên Dermanxaneyan" reş girê dane. Ozçelîk xwest ku pirsgirêka dermanfiroşa bê helkirin.
Mebûsê DTP'ê Ozçelîk got; "14'ê Gulanê di heman demê de wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin" û ev roj pîroz kir.
Osman Ozçelîk diyar kir ku got ku roja derxistina Hawarê ya 'Mîrê Kurd' Mîr Celadet Bedirxan wekî roja zimanê kurdî tê pîrozkirin, diyar kir ku cejn ji bo pêşxistina kurdî kedeke derdixe holê.
Ozçelik got ku digel hemû qedexeyan îro li Herêma Federal a Kurdistanê kurdî tê bikaranîn û wiha berdewam kir: "Zimanê me yê ku bi salan hatiye qedexe kirin mixabin li sirgûniyê derfeta pêşketinê dît. Em li welatê xwe hê bi awayekî azad zimanê xwe bikar naynin. Li gor kovara ziman a Lêkolîna Le Français Dans Le Monde ya li Fransayê derdikeve digel hemû astengiyan zimanê kurdî di nav zimanên bi bandor ên dinyayê di rêza 31'ê de ye. Kurdî parçeyeke çanda gerdûnê ye. Ez hêvî dikim dê bibe nesîbê parlemena serdema 23'yan ku astengiyên li pêşberî kurdî ji holê rake."


