logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Pirtûka 'Çîroka Biwêjan' hat

Bi navê "Çîroka Biwêjan" pirtûkek derket ku ev hê cîlda yekemîn a pirtûkê ye. Pirtûka ku dê şeş cîld be di cîlda yekem d

  • Dîrok: 22/03/2019
  • Beş: Berhem

Diyarname

Bi navê "Çîroka Biwêjan" pirtûkek derket ku ev hê cîlda yekemîn a pirtûkê ye. Pirtûka ku dê şeş cîld be di cîlda yekem de 79 çîrokên biwêjan tê pêşkêş kirin.

Nivîskar û lêkolîner Mustafa Borak xebata xwe ya lêkolîn û nirxandinê pêşkêşî raya kurdî kir. Pirtûka ku bi navê "Çîroka Biwêjan" hatiye amade kirin bi cîlda xwe ya yekemîn ji Weşanên J&J'yê derket. Cîldê din jî dê peyder pey bêne weşandin.

Li gor gotina Mustafa Borak ev xebat encama bîst û pênc salan e û piştî vê cildî dê cîldên din jî bên ku teqrîben dê wekî şeş cîld bêne çapkirin.

Di vê cildê de 79 çîrokên biêjan hene ku ji van pênc jê gotinên pêşiyan in lê ji ber ku ew jî ji aliyê naverok û peyama wan ve ketine nava ev çîrokên biwêjan.

Borak li ser naveroka çîrokên biwêjan, tesîra wan û derketina wan a holê jî van dibêje: "Di çîrokên biwêjan de hêza afirandina gel a ku bi domana sed salan de bi awayekî hevkarî û kolektîf pêk hatiye heye. Ji ber vê jî encamek xurt derdikeve pêş. Di van çîrokan de mîr, şah, axa, paşa, gundî, jin, mêr, cure cure heywan geh bi awayekî qerfî, carina jî bi awayê komîk, carina jî bi awayê rexneyî, carinan jî bi awayekî trajîk rista xwe dilîzin. Nakokî û dubendiyên di navbera eşîr û gelên cîran de û yên di navbera dîn û mezheban de di van çîrokan de bi awayekî zelal tên ziman. Di van çîrokan de duristî û sextekarî, gêjî û bîjî, xayînî û mêranî, saftî û dilxiltî, doxînsistî û tolazî, xweşbînî û rexbînî, û her wekî wê gelek mijar bi awayekî ku di mêjiyê mirov de baş cî bigire hatine neqişandin. Di çîrokên biwêjan de bi gelemperî biwêj di hevoka çîrokê ya dawî de cî digire û bi derblêdanekê peyamê dide xuyandin."

Nivîskar Borak ji bo hêviya xwendevanan a pirtûkê jî van gotinan tîne ziman: "Ez hêvî dikim dema ku mirov pêlên vê pirtûkê vekin, wekî deriyê dîwana şevbihurkê vekin, bikevin nav tunela çand û giyanê gelê kurd û bikevin nav germahiya çand, kelepor û rihê kurdewariyê. Hêvî dikim ku sewta dengbêj û çîrokbêjan di kerika guhê xwe de hîs bikin."

Mustafa Borak kî ye?

Borak di sala 1956'an de li Qulpa girêdayî bajarê Îdiriyê hatiye dinê. Wî di sala 1993'yan de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Îzmîrê cih girtiye. Li wir bi taybetî li ser perwerdehiya zarok û ciwanan sekiniye. Wî di sala 2005'an de di nav TZPKurdî de cih girtiye, paşê jî heta komeleya Kurdî-Der ji aliyê dewletê ve hatiye girtin têde kar kiriye. Heta niha 4 pirtûkên wî derketine.

Vane pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:

- Gotinên Pêşiyên Kurdan, Weşanên Berfîn, 1996, Stenbol

- Ferhenga Biwêjan, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2005, Stenbol

- Gevez, Weşanxaneya Aramê, 2017, Amed

- Çîrokên Biwêjan, Cîlda 1, Weşanên J&J, 2018, Amed

- Çîrokên Biwêjan (Cîlda 1) / Mustafa Borak / Weşanên J&J, 345 rûpel / 2018, Amed


Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kişanak Îtalyade qey Sûr û Şirnex alîkarî waşte

ad

Barselona Şampiyonê Şampiyonan e

ad

Newroz pîroz be, îro Amed Newroz e

ad

Parka Alan Kurdî hate vekirin

ad

Berendamên Globa Zêrîn eşkere bûn

ad

Muharrem Erbey ji girtîgehê nivîsî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname