Yeni Þafakê BDP wekî hedef nîþan da
Stenbol
Rojnameya alîgirê hikumetê Yeni Þafakê ji bo BDP'yiyan sernavê "Kujer Hûn in" bikar anîn, pêre jî wêneyên mebûsên BDP'ê weþand. Rojnameyê bi vî awayî BDP wekî hedef nîþan da.
Duh li Culemêrgê 12 leþker hatin kuþtin. Êvarê jî balafirên þer ên tirk bi ser çiyayê Zap, Haftanîn, Qendîl û hin cihên din de bombe barandin. Îro jî rojnameya Yeni Þafakê ji bo kuþtina 12 leþkeran ji BDP'ê re got "Kujer hûn in."
Li ser vê manþeta Yeni Þafakê BDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weþand û got ku ger rojname dixwazin rastiyê bibînin bila ji "patronên xwe yên rastîn" bipirsin, dê hîn bibin. Di daxuyaniya BDP'ê de wisa hate gotin: "Di vê þerê ku tenê zarokên feqîr ên Anadoliyê,yên kurd-tirk dimirin de BDP de gurkarê þer e, lê partiya ku dê aþtiyê bîne BDP bi xwe ye. Bi vê marþetê re, piþtî vê kêliyê li hemberî rêveberên partiya me, mebûsên me êrîþeke pêk bê dê berpirsê wê weþana AKP'ê Yeni Þafak û hikumeta AKP'ê bi xwe be. Li hemberî vê weþanê me pêvajoya hiqûqî daye dest pê kirin û em bala raya giþtî dikiþînin ku li hemberî nûçeyên wisa provakatîf haydar bin."