logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin

  • Dîrok: 15/09/2024
  • Beş: Nûçe

___Heval Onkol / Amed___
Welatiyên ku xaniyên wan ji ber dînamîtên ji bo "Bendava Sîlvanê" ku li Geliyê Godernê tê çêkirin, tên teqandin zirar dîtine, diyar kirin ku ev yek zirarê dide qadên jiyanê, tenduristiya wan û bang kirin ku demildest dawî li vê bê. 
Li herêma Geliyê Godernê ku li sêgoşeya navçeyên Amed Licê, Pasûr û Hezro ye, çêkirina "Bendava Sîlvanê" ya ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadolûyê (GAP) de di sala 2009'an de hat plankirin bê çêkirin, dewam dike. Li herêmê her ku diçe bi hezaran dar tên birîn û wêrankirin.
50 GUND DÊ NOQAV BIBIN
Di 17'ê rêbendanê (çileyê) ji ber dînamîtên li herêmê hatin teqandin li Geliyê Godernê Pira Kevirîn (Taşkopru) zirar dît. Zinarên ji çiyê gindirîn li pirê ketin û ji ber vê hin deverên pirê rûxiyan. Tê gotin ku gava Bendava Sîlvanê avê bigire, wê li bejahiya Pasûr, Licê û Hezroyê 50 gund di bin avê de bimînin. Her wiha candarên li derdorê Geliyê Godernê jî ji ber dînamîtan bandor dibin. 
Li derdora bendava ku bi hinceta "ewlehiyê" tê çêkirin, bi qaleqolan hatiye dorpêçkirin û ji ber vê mirov nikarin biçin nava zeviyên xwe. 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Bariş Aslan diyar kir ku "Taşkopruya" dîrokî ya li Geliyê Godernê di bin xeteriya rûxandinê de ye û got ku dînamîtên ku tên teqandin xwezayê wêran dikin û zirarê didin ekolojiyê. Aslan wiha dom kir: “Dûmana ku di encama xebatê de derdikeve, rez û baxçeyên me û darên me şewitandin. Xwezaya me bi temamî hatiye tunekirin. Jixwe em di havînê de ne, hewa germ e û dema ew dûman lê zêde dibe, baxçeyên me dişewitin. Îro ne tenê Geliyê Godernê, li her derê Kurdistanê cihên dîrokî talan dikin. Divê em wekî gel dîroka xwe biparêzin. Eger wêrankirina îro li vir li Derya Reş an jî li Egeyê hatiba kirin, dê heya merciyên herî bilind biçûya, dê xwedî lê bihata derketin û wê dest jê bernedana." 
Aslan ji bo Geliyê Godernê banga piştgiriyê kir û diyar kir ku bi têkoşîneke hevpar dikarin encamekê bi dest bixin. 
ASTENGIYÊN CENDIRMEYAN
Vecdettîn Aydin ê ku ji bo seyrangehê ji Pasûrê çû Geliyê Godernê, ji ber astengiyên leşkerî bêyî ku xwarinê bixwe ji herêmê hat derxistin û wiha got: “Em hatin seyranê û rastî wêraniyeke mezin hatin. Em nizanin çi bêjin. Tişta ku ez dikarim bibêjim ew e ku li vir bendav bê çêkirin dê jiyan bi dawî bibe. Li vir gelek kes dijîn, wê zirarê bide jiyana hemûyan. Divê projeya bendavê demildest bê rawestandin." 
'JI BER DÎNAMÎTAN MALÊN ME HILDIWEŞIN'
Welatiyê bi navê Mehmet Aslan ku ji ber dînamîtên ku ji bo çêkirina bendavê tên teqandin xaniyê wî û axurê wî zirar dîtiye jî wisa got: “Ev salek e dîwarên mala min xira bûne, min serî li dozgeriyê da, lê hê ne diyar e ku dê kîjan dadger lê mêze bike. Armanca wan a li vir çi ye? Ev tê wê wateyê ku hikumet piştgiriya van şîrketan dike û wekî dîktator li ser me tevdigere. Dê 100-200 metre dûrî mala min dînamîtekê biteqandana, ez çûm li ser dînamîtê rûniştim. Fermandarê qereqolê hat, çi kir jî ez ranebûm. Min got, ji bo ku vê biteqînin, divê hûn pêşî min biteqînin. Ger hûn vê dînamîtê biteqînin, wê mala min bi temamî hilweşe. Em niha di maleke ku dîwarên wê derizî de dijîn, ez ditirsim ku bi ser me de hilweşe. Lê tu çareya me nema ye. Rewşa min a aborî tune ku ez xaniyekî nû ava bikim."
'ERDÊ ME LI ME QEDEXE DIKIN'
Aslan da zanîn ku ji ber ku rê di nava zeviya wî de hatiye çêkirin zeviya wî bûye du şeq. Aslan destnîşan kir ku bêyî destûra cendirmeyan nikare biçe nava zeviya xwe û got: "Du çêlekên min winda bûn gava ez li wan digeriyam leşker hatin gotin 'herêma qedexe ye tu nikarî biçî.' Min jî got, 'Cihê te qedexe kiriye erdê min e, çawa tê qedexekirin.' Gava ez li nava gund digeriyam wesayîta leşkerî hat ber deriyê min, got 'Kî bû li nava gund digeriya.' Min jî got yek jê ez bûm û yê din keya bû. Yanî ji bo em li nava gund bigerin jî divê em destûrê bixwazin. Îşkenceyeke wiha li me tê kirin."
Aslan got ku divê xebatên bendavê bên rawestandin û xwest ku demildest xisara gihaştiye xaniyê wî bê çareserkirin. 
‘DARISTANÊN ME TALAN KIRIN'
Îsmaîl Can jî anî ziman ku Geliyê Godernê cihekî dîrokî ye û tê xwestin ku ev dîrok bê tunekirin û wiha got: “Geliyê Godernê xwedî xwezayeke pir xweş bû, ji bo mirovan cihê seyrangehê bû. Lê wan xwezaya me xera kir. Daristanên me talan kirin."
Can bang li raya giştî kir ku li dijî tiştên tên kirin bisekinin û got: "Toz û dûmana ji ber xebatan dertê jiyana mirovan tarûmar kiriye." 
Ji welatiyên ku ji ber dînamîtan xaniyê wî xera bûye Hasan Esvet jî diyar kir ku ji ber bandora dînamîtan gund wekî erdhejê hejiyaye û derz li dîwarên wan ketine û ji ber toz û dûmanê tu berhemdariyeke zeviyên wan nema ye. 
MA

**

Vîdeoyek li ser vê meseleyê:
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nivîskarên îsal herî zêde pere kar kirine

ad

AKP'ê parêznameya xwe pêşkêş kir

ad

Helîm Yûsiv li Danîmarkayê bû

ad

Aram Tîgran: Hatina Amedê ji bo min xewn e

ad

Cejna Qurbanê pîroz be / Roşanê Qurbanî pîroz bo

ad

Hejmara mirî yan derket 95'an

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname