logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din
news-details

Sibeya cejnê li Mexmûrê

Sibeya cejnê, Mexmûr, bi dengê zarokên rûgeş ên koçberên bakurê welatê xwe, li ber perava girekî rût û ziwa, deştekî bêr

  • Dîrok: 19/11/2010
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz

Sibeya cejnê, Mexmûr, bi dengê zarokên rûgeş ên koçberên bakurê welatê xwe, li ber perava girekî rût û ziwa, deştekî bêrehm û bênefes, ji bêdengiyê diket. 

Li rasthatinê binêrin: Ez cara yekê têm Mexmûrê, ev hatin jî rastî roja cejnê hat.

Her çend mexmûriyan xanî û warên xwe ji bo zivistanê têkûz dikirin jî, guhê wan li pêşketinên li xeta Bruksel-Enqere-Hewlêr-Washington û Amedê bûn. Belkî çu kesê nedianî ser ziman, lê mexmûrî heta binê xwe bi hesreta vegera welêt tijî bûbûn.

Zarokên ku bi kelecana cejnê, mal bi mal digeriyan û şekir ji xwe re berhev dikirin, xewna welatê jor ê ku dê û bavê wan jê hatine û bi çîrokên wê ew mezin kirine, didît û bi kesera bav û diyên xwe, çîrok û serhatî di ber guhê hevdu re digerandin.

Mexmûr, bi êşan hilçûbû û her wekî bêje “hinde jî bes e!” dixwest vê carê bi “çîroka vegerê” bawer bike.

Çîroka vegerê, hemû zivistanan zarokên Mexmûrê pê dinivin û wê çîrokê wekî “hêviya bihara bê” li dilê xwe diçînin.

Bihar tên û payîz bi ser Mexmûrê de kevin dibe, lê “sibehiya bihara vegerê” qet lê hilnayê.

Ez spêdeya cejnê gava bi çîrokên ber dîwarên Mexmûrê hişyar bûm û min li çola ku zarokên xwedanê baweriyê dagerandiye “warê jiyanê” nihêrt, di nav hişê min de, gevezînka çîrok û serhatiyên Mexmûriyan li nav hev diketin.

Çu pê nediviya, çimkî Mexmûr û dîmena wê bi xwe, her tişt vedigot. Yên li wan qewimîne, yên dost û dijminan li serê wan anîne, gava te li nava çavên mexmûriyan dinêrt jixwe her tişt dihate pêş çav.

Wêneyên li dîwaran û baweriya bi “rojên azad”, “bihara vegerê” û hêza îrade û şiyana baweriya însên gelekî zelal bi ber çavan dixist.

Mexmûr, wekî abîdeyeke pîrozkirî, wekî warê efsaneyan di nav gemariya cîhana beravêtî de xuya dibû û cejn li vê derê bi sed caran ji cejnên ku gelek tehma wan nemaye, biwatetir dibû. 

Gava mirovî carekê lê dinêrt, zarok wekî her derê li Mexmûrê jî zarok bû, cejn jî wekî her derê cejn bû; lê gava mirovî careke din lê dinêrî wê carê ne zarokên Mexmûrê wekî zarokên dîtir hema tenê ‘zarok’ bûn, ne jî cejna wê wekî her derê tenê ‘cejn’ bû. Çimkî li vê wargeha penaberiyê, zarok, bi ser xêzika mirinê hatibûn, cejn jî tenê wesîleyeke bibîranîn û hingaftina keseran bû...

Mexmûrê, ji bo “vegerê” zarok mezin dikirin; zarokan ji bo “vegerê” li Mexmûrê bi “azadî” peyvên ji zimanê diya xwe ya qedexe, mezin dikirin.

A rast, Mexmûr, ji bo min bû “veger” û ez li wê derê pê hesiyam ku çi bibe jî, dîtin û jiyan mirovî digihîne rastiyan.

Rastiya Mexmûrê, bi her aliyên xwe ve neynika “trajedî-berxwedana” dîroka kurd û Kurdistanê ye.

Li vî aliyê vê trajediyê; di bêderfetiyan de “welatekî xweser” di nav xwe de ava kirine, li aliyê din ê vê trajediyê, ligel hemû lutf û keremên der û deraniyan, “azadiyeke bêser” heye.

Belkî jî nakokiya rastiya me kurdan, di navbera çend kîlometirên bakur-başûrên li ber sînoran de xuya dibe.

Ez sibeya cejnê li Mexmûrê “zarok” hatim dinê.

Ez spêdeya cejnê li kampê “bêguneh” ji xewê rabûm.

Mamoste Ihsanê Mexmûrî digot, “Omer, çu tişt ji azadiyê xweştir nîne” lê azadiya li ber sînorên kampeke dorpêçayî... helbet, wî behsa “azadiyeke dîtir” dikir, lê her çi be, mirov li devera ku bi nênûkên xwe kolabe, bi xwîn û xwîdana xwe av dabe û “tovê azadiyê” yên bîreweriyên xwe lê çandibe, bi rastîn “azad e.”

Bi hêviya pirsgiraêka kurd çareser bibe û difna kesekî tenê bi xwîn nebe!...

 

omerdilsoz@yahoo.com

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 11 2026

Nameyek ji Evîn Zapsu

news
  • 19 11 2026

Jiyan herêmeke qedexekirî bû: Ji jînenîgariya kesekî ber bi jînenîgariya miletekî ve

news
  • 14 11 2026

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news
  • 13 11 2026

Keleha Mêrdînê û 81 kaniyên li derdorê

news
  • 04 11 2026

Derûnnasiya Bijarte, berxwedan û berevaniya nasnameya serdest li hemberî arezû û daxwazên wekheviyê yên bindestan

news
  • 31 10 2026

HÛN KÎ NE?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Dilmancotî: Gurê xwe yê manco bi xwe re  bibe “date”a xwe

ad

'Divê çi bê kirin?' a Lenîn bi kurdî derket

ad

Kesên ku wê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya CPJyê bistînin diyar bûn

ad

DÎPLOMASİYA SEQET

ad

Mîtînga “Êdî Bes e em bi Zimanê Xwe Perwerdehî Dixwazin” li dar dikeve

ad

Axaftineke li ser Mekteba Eşîrên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname