Diyarname
Roja 25'ê mehê "Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî" ye. Li ser vê rojê em çend nûçeyan pêşkêşî we dikin:
Ji Lîlavê kampanya
Pirtûkxaneya Lîlav ku li Ofîs Amedê ye vê rojê ji bo jinan pirtûkan bi erzanî difroşe. Kampanyaya ku 23'yê mehê dest pê kir heta 25'ê mehê bi dawî bibe didome.
Belgefîlm tê nîşandayîn
Belgefîlmê bi navê "Hegemonya" ku ji aliyê kadinhaklari.org ve hatiye amadekirin û derhêneriya wê Handan Uslu kiriye dê bê nîşandayîn. Belgefîlm 25'ê mehê saet 14.15 de li ser kanala Youtube re dê bê nîşandayîn. Di belgefîlm de têkoşîna 9 jinan a li hemberî şîdetê derdikeve pêş. Piştî nîşandayînê li ser zoonê re dê sohbet jî çêbe.
Jinên HDP'yî dadikevin qada
Jinên HDP'yi jî vê rojê li hemberî şîdetê dê li qadan bin. Jinên HDP'yî ev bang li jinan kirin: Werin em di 25'ê Mijdarê de qadan bi rengên jinan bixemilînin û têkoşîna li dijî serdestiya mêr û dewletê bilind bikin.
Li aliyê din di Civîna Koma HDP'ê ya Roja Sêşemê de mebûsên jin bi dovîzên il ser 'Jin jiyan azadî', 'Peymana Stenbolê Diparêze', 'Li hemberî şîdeta mêr-dewletê em li her derî di têkoşînê de ne' vekirin.


