Diyarname
Nivîskarê kurd Haydar Işik ku heta niha li ser kurdan gelek pirtûkên wî derketine ev çend roj in li nexweşxahneya bajarên Munchen ê Almanyayê tê dermankirin.
Nexweşiya Işik giran e lê ew wisa dibêje, "Gelê me li her derê li hemberî faşîzmê ber xwe dide; ez jî li vê nexweşxaneyê li hemberî vê nexweşiya bêderman ber xwe didim."
Işik ku heta niha gelek pirtûk derxistibû, romana wî ya dawî ji Weşanên Lîsê bi navê "Xecê'nin Dersim Fekareti" derketibû. Lîsê di fûarê de bernameyek ji bo Işik amade kiribû lê ji ber rewşa xwe nekaribû were Amedê.
Foto: Îmdat Xan