Diyarname
Li Tirkiyeyê nêzî 50 partiyên siyasî hene. Li meclisê bi giştî 6 partî hene û ji wan 4 partî komên wan hene. Lê ji van 4 partiyan tenê 3 partî ji xezîneyê alîkarî digirin.
Sedem jî ew e ku partî divê di hilbijartinê de sedî 7 deng girtibin. Li gor vê biryara Zagona Partiyên Siyayî AK Partî, CHP û MHP ji xezîneyê alîkariya aborî digirin ku di hilbijartinê de dê vê bikar bînin, lê BDP nikare alîkarî bigire.
Her sê partiyên siyasî dê bi qasî vê mîktarê pere ji xezîneyê bigirin:
AK Partî: 186 mîlyon û 544 hezar TL
CHP: 83 mîlyon û 608 hezar TL
MHP: 57 mîlyon û 148 hezar TL
Di 1'ê meha pêşî a sala 2011'an de dê ji sisêyê yekê vê hejmarê pere di nav deh rojan de bikeve bêrîka van her sê partiyan, parçeyê din jî dê dema hilbijartinê de bigirin.
Belê, li Tirkiyeyê edalet ev e.