Stenbol
Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar çûr ber avahiya HDP'ya Bahçelievera Stenbolê ku îro rastî êrîşê hatibû. Gelek kesî li ber avahiya HDP'ê çalakiya rûniştinê dabû dest pê kirin. Sancar çû cem wan û axivî.
Hevserokê HDP'ê Sancar bibîr xist ku îro salvegera Komkujiya Roboskiye, ji bo doza Deniz Poyraza li HDP'ya Îzmîrê hat kuştin rojek maye û îro ev êrîş çêbûye. Sancar wisa dom kir: "Bi armanca kuştinê êr^şi kirine. Em dizanin armanca êrîşên wisa çi ne. Ji bo HDP'ê tengezar bikin, pêşî li karê wê yê siyasetkirinê bê girtin van êrîşan dikin. Ev plana berdewama dozên kêmînwarî, lîstikên dadgehê ne. Yên hêviya xwe bi planên kaosê tînin, yên ji meşa bi biryara a HDP'ê ditirsin, yên ji meşa demokrasî, edalet û aştiyê aciz in, ji bo pêşî li me bigirin her tiştî dikin. Lê wekî hûn dibînin em li ser lingan in. Têkoşîna me didome. Dê têkoşina me mezintir bibe û wisa bidome.
***
Nûçeya Eleqedar: