Diyarname
Kovara Forbesê lîsteya lîstikvanên mêr ên Hollywoodê yên ku herî zêde pere kar dikin weşand.
Li gor lîsteyê lîstikvan Leonardo DiCaprio bi 77 mîlyon dolarî ku di sala 2010'an de kar kiriye di lûtkeya lîsteyê de ye. DiCaprio di sala 2010'an de di du fîlman "Girava Zindanê" û "Destpêk" de lîst. Her du fîlman mîlyarek û 125 mîlyon dolar pere bi dest xist.
Di lîsteyê de Johrry Deppê ku di rola "Korsan"an de xwe nîşan dide bi 50 mîlyon dolarî di rêza duyemîn de ye. Piştî wan jî Adam Sandlar tê ku li dinyayê bi rolên komedî tê nasîn. Sandlar par 40 mîlyon dolar kar kiriye û di rêza sêyemîn de cihê xwe girtiye.
Piştî wan jî Will Smith (36 mîlyon dolar) û Tom Hanks (35 mîlyon dolar) tê.