ŞIRNEX
Zarokê 13 salî Dogan Tayboga ku 2 roj berê li navçeya Sîlopiyê bi bombeya gazê ya polîsan hate birîndarkirin û wî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Sîlopiyê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.
Serokê BDP'a Sîlopiyê Bahattin Alkiş, diyar kir ku êdî tehamula polîsan li hemberî daxwazên demokratîk yên zarokan jî nemaye û wan jî dikujin. Alkiş da zanîn ku bi armanca tolê hilînin êrîşê pêk tînin.
Zarorkê 13 salî Dogan Teyboga ku di 24'ê Tîrmehê de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi bombeya gazê ya polîsan bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Teyboga piştî ji nexweşxaneyê hate girtin li navçeya Sîlopiyê ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin.
Di 24'ê Tîrmehê de komek ciwan ji bo êrîşên lîncê yên li dijî kurdan û BDP'ê şermezar bikin meşek li darxistibûn û rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatibûn.
Ji ber ku bavê Teyboga li Iraqê bû mamê Teyboga û xizmên wî cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin. Malbat û endamên BDP'ê bi konvoyek mezin cenazeyê Teyboga birin navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê.
Di merasimê de endam û rêveberên BDP'a Şirnexê, Şaredar û endamên meclisê yên navçeyên Hezex, Sîlopî û Cizîrê, nûnerên MEYA-DER, Însiyatifa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.
Piştî definkirinê Serokê BDP'a Şirnexê Abît Îke, got ku ji ber ku Serokwezîr rayeya polîsan zêde dike kuştin jî zêde dibin û Tirkiye dîsa vedigere salên 1990'î. Îke diyar kir ku berpirsiyarê kuştina Teydoan û zarokên tên kuştin hikumeta AKP'ê û Serokwezîr Erdogan e.
Serokê BDP'a Sîlopiyê Bahattîn Alkiş got ku Dogan Teyboga jî wekî hemû mirovan xwest berteka xwe ya demokratîk bîne ziman, lê êdî tehamula polîsan û dewletê li hemberî daxwazên zarokan ên demokratîk jî nema ye û zarokan jî dikuje.
Alkiş, operasyonên Îranê yên li dijî kurdan jî şermezar kir û xwest dawî li operasyonan bînin.
Girsê piştî definkirina cenaze ber bi şînxaneyê ve meş pêk anî.
Du zarok birîndar bûn
Her wiha polîsan li navçeya Sîlopiyê piştî meşa definkirina cenazeyê Dogan Tayboga mudaxaleyê girsê kir û di mudaxaleya bi bombeyên gazê de 2 zarok birîndar bûn.