Diyarname
Gerîngendeyê Giştî yê Weşanê û Sernivîskarê Rojnameya Tarafê Ahmet Altan û Cigîra Gerînendeyê Giştî Yasemîn Çongar îstifa kirin. Ahmet Altan îstifaya xwe di hesabê xwe yê twitterê de ragihand û got: "The End".
Midûrê Karê Nivîsaran yê Tarafê Kurtuluş Tayîz jî di hesabê xwe yê tiwîterê de wiha nivîsî: Ji ber ragihandina vê nûçeyê xemgîn im. Ahmet Altan û Yasemîn Çongar ji Tarafê îstifa kirin"
Hate ragihandin ku rojnamer Neşe Duzel û qunciknivîskarê rojnameyê Murad Belge jî ji Tarafê îstifa kirine...
Her wiha Pakize Suda ku quncika "Kiyi" û "Telesiyej" dinivîsand jî îstîfa kir.
Rojnameya Tarafê ji roja ava bûye heta niha bi taybetî jî bi manşetên xwe yên li dijî leşkeriyê û rêxistina Ergenekonê bal dikişand. Demeke Gerînendeyê Giştî yê Tarafê Ahmet Altan bi taybetî jî ji ber polîtîkayên wî yên der barê pirsgirêka kurd de Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan pir rexne dikir. Tê ragihandin ku îsfakirina rojnamegerên navborî jî girêdayî mijara rexnekirina serokwezîr û hikumeta AKP'ê ye. Li gorî agahiyan, baskekî din ê di nava Tarafê de dibêjin em zêde bi ser hikumetê de neçin.


