Diyarname
Li Amedê Wêjegeh Amedê vê carê "Kargeha Wergerê" lidar dixin. Yên bixwazin heta 12'yê mehê divê serîlêdana xwe bikin.
Bi rêveberiya Wergêr Samî Hêzil xebata "Kargeha Wergerê" li dar dikeve û vexwendname hat belavkirin. Di Kargeha Wergerê de dê mijarên wekî Wergernasî, Teoriyên Wergerê, Model û Stratejiyên Wergerê, Wergera Wêjeyê, Rola Wergerê Di Wêjeyê De û Wergerên Kurdiya Kurmancî bên nirxandin.
Kargeh dê di 14'ê Sermawezê/Mijdarê de dest pê bike. Çar hefte, ku wekî 14'ê mehê, 21'ê mehê, 28'ê mehê û 5'ê meha pêşiya me dê saet navbera 14:00 û 15:00’an de li ser Zoomê li dar bikeve.
Yên bixwazin beşdar bibin heta 12'yê mehê dikarin qeyda xwe çêbikin.
Ji bo serîlêdanê www.lisyayinevi.com