Diyarname
PiÅŸtî Geverê dengê "Êdî bes e em bi zimanê xwe perwerdehî dixwazin" li Serhedê bilind bû.
PiÅŸtî ku li Geverê mîtînga ji bo zimanê kurdî bi diruÅŸma "Êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdehî dixwazin" li dar ket vê carê dengê kurdî li Serhedê bilind bû.
Li Îdirê û Qersê du panel bi beÅŸdariya endamên KZPKurdî li dar ket û dengê Geverê giha Serhedê.
Panela li Îdirê ji aliyê komeleya xwendekaran ÅžEVVAL-DER’ê ve hate organîzekirin û bi vê yekê li Îdirê yekem car paneleke li ser ziman hate lidarxistin. TemaÅŸevanan eleqeyeke baÅŸ nîÅŸanî panelê da. Dîsa panela ku ji aliyê xwendekarên welatparêz ên zanîngeha Qersê û aktîvîstên TZPKurdî ve hate li darxistin de jî hemû xwendekaran û gel soz da ku ew dê heta dawiyê xwedî li zimanê dayika xwe derkevin.
Di her du panelan de jî wekî axifger endamên koordînasyona TZPKurdî nivîskar Hemîd Dilbihar û Qahir Bateyî amade bûn. Axifgeran da zanîn ku ‘piÅŸtî têkoÅŸana azadiya gelê kurd a ew qas salan tu hêz û qewet nikare zimanê kurdî ji holê rake.’
Nivîskar Dilbihar di axaftina xwe de got ku, hebûna ziman hebûna gel û civatekê ye û wiha berdewam kir: "Heke zimanê kurdî tunebûya îro tu kesê nedikarî behsa kurdan bike. Dîsa heke TêkoÅŸîna Azadiya Gelê Kurd nebûya tu kesî nedikarî zimanê kurdî biparasta û heta îro bianiya. Encax bi vê têkoÅŸînê dikare kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statuyeke fermî."
Her wiha Dilbihar diyar kir ku êdî kurd bi biryar in ku her derê bikin dibistanên kurdî, li her derê keleha kurdî ava bikin û bibêjin ‘êdî bes e em bi zimanê zikmakî perwerdehî dixwazin, em zimanê xwe li her derê dixwazin."
Nivîskar Bateyî jî got ku wan wekî TZPKurdî di çarçoveya merheleya duyemîn a pêngava êdî bes e de lez daye xebatên xwe yên zimanê kurdî û ew dê her bajar, navçe, bajarok û gundekî Kurdistanê bikin navnîÅŸanên zimanê kurdî.
Bateyî diyar kir ku mîtînga Geverê ji bo zimanê kurdî qonaxeke nû ye û wiha dirêj kir: "Mîtînga ku li Geverê hatiye lidarxistin destpêkek e. Em dê mîtîngên ziman li her derê Kurdistanê li dar bixin. Em dê li her derê bi gelê xwe re li dijî asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê têkoÅŸîna zimanê kurdî xurt bikin."
Her du panelîstan bi kincên neteweyî beÅŸdarî panelan bû û ev yek bal kiÅŸand. Dilbihar û Bateyî da zanîn ku ewê ji niha û pêde bi vê girêdanê beÅŸdarî bernameyan bibin.