Li Tirkiyeyê Serokwezîr tevî artêşeke digere, lê li welatê xelkê binêrin rewş çawa ye:
Serokwezîrê Îngilistanê David Cameron tevî jina xwe Samantha Cameron li Îtalyayê çû betlaneyê. Ew dema çûn Montevarchi ya Sienayê xwestin li cafeyê rûnin û qehweyek vexwin. Cameron ji garson du qehwe xwest. Garsona bi navê Francesca (27 salî) wisa bersiv da: "Ez mijûl im, here ji xwe re qehweyê xwe bigire bîne." Cameron bêyî ku deng bike çû qehweyê xwe girt û anî yek da jina xwe, yek jî wî vexwar.
Paşê Francescaya ku fêm kir ew kî ye wisa got: "Min gelek şerm kir, lê wê kêliyê ez gelek westiyayî bûm."
Belê, li welatê xelkê serokwezîr wekî mirovên ji rêzê digerin, diçin betlaneyê, diçin qehweyê xwe jî bi xwe digirin.


