___RÊNAS REMO, EBAS XELEF / QAMIŞLO___
Li rojavayê Kurdistanê, bi avabûna Saziya Zimanê Kurdî (SZK) re di sala 2007’an de, hîmên bingehîn ên fêrkirina zimanê kurdî hatin danîn. Destpêkê bi awayekî komên biçûk û veşartî, SZK’ê xebatên fêrkirina zimanê kurdî li hemû herêmên rojavayê Kurdistanê dan meşandin, tevî ku hin kadroyên wê ketin zindanên rejîma Baasê jî, lê xebata fêrkirina zimanê dayikê ranewestand.
Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li rojavayê Kurdistanê di sala 2012’yan de, êdî SZK ji çarçoveya fêrkirina bi komên biçûk û bi awayekî dizî derket û ronesansa zimanê kurdî dest pê kir. Di vê çarçoveyê de, destpêkê SZK’ê bi sedan mamosteyên zimanê kurdî gihandin.
JI POLA 1'Ê HETA 12'YAN DERSÊN KURDÎ
Îro jî bi saya xebatên salên destpêkê yên şoreşê, zanîngehên kurdî hatine vekirin û êdî materyalên xwendinê ji refa 1’ê heta 12’an, hemû bûne kurdî. Êdî li rojavayê Kurdistanê, nifşên ku perwerdeya xwe bi zimanê dayikê dibînin, têne gihandin.
Ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Hevseroka SZK’ê Viyan Hesen ji bo ANHA’yê axivî.
Viyan Hesen diyar kir ku îro li rojvayê Kurdistanê zimanê kurdî di asteke baş de ye û got: "Zimanê kurdî di astekê de ye ku hemû warên jiyanê êdî bi kurdî ne, rêyeke girtî bû ku sînor li pêşiyê hebû, bi her awayî qedexe li ser zimanê me dihate kirin, lê niha rê li pêşiyê hatiye vekirin."
Viyan Hesen şoreşa Rojava wekî şoreşa ziman pênase kir û wiha dom kir: “Şoreşa rojavayê Kurdistanê mirov dikare wekî şoreşa ziman bîne ser ziman û berê wê lê ye ku ev gavên hatine avêtin bêhtir bi pêş ve herin. Îro ne tenê Rojava lê berê tevahî Sûriyeyê li guhertinê ye, welatê me di qonaxeke derbasbûnê re derbas dibe. Divê di qonaxa nû de zimanê kurdî wekî zimanekî fermî di destûra Sûriyeyê de bê naskirin. Hewldan û amedekarî ew in. Ev, ne tenê li rojavayê Kurdistanê, li hemû herêmên Sûriyeyê yên ku kurd lê dijîn. Rewşa zimanê kurdî li herêma me di astekek gelekî baş de ye, xebatek dest pê bûye ji destpêka şoreşê ve, gelek destkefî di warê ziman de hatine bidestxistin. Roj bi roj ew destkeftî temam dibinb Mîna dezgeha zimanê kurdî anku Akademiya Ziman. Bê guman kêmasiyên me hene tevî ew qas salan, lê hewldanên me hene ku van kêmasiyan di demeke nêz de temam bikin."
ASTA ZIMANÊ KURDÎ LI PARÇEYÊN DIN
Viyan Hesen got ku li Bakur kurd rastî gelek zehmetiyan tên, lê li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî li ber xwe dide ji bo ku neyê tunekirin. Hesen ji bo Rojhilat jî got, her çi qas di destûrên dewletê bi xwe de mafê perwerdeya bi zimanên herêmî heye jî lê mamosteyên kurd ji ber ku li taxa xwe waneyên kurdî didin, ji hêla dewletê ve tên girtin û cezayên zindanê lê tên birîn. Viyan Hesen li ser Başûr jî wisa got, "Li başûrê Kurdistanê civak ber bi zimanê îngilîzî ve diçe. Zêdetirî 30 salan e li Başûr perwerde bi kurdî ye, lê ya rast van salên dawiyê gelek serjimêriyên ku navendên lêkolînan derxistine, mixabin berê civakê zêdetir li zimanê îngilîzî ye, yanî ji sedî 15 bi zimanê xwe nizanin, ji ber ku berê xwe dane îngilîzî. Yanî bi awayekî giştî ku mirov lê binêre, dezgehên kurdî yên fêrkirinê hene. Kurdan li ku derê derfetek dîtibe bi awayekî ku dixwazin xwedî li zimanê xwe derkevin xebetek kirine. Em tim dibêjin zimanê me hebûna me ye. Em bi xwe wekî dezgeha ziman planên me hene, ne tenê li Rojava navendên me yên fêrkirinê, li derve jî hene ku navendên li derveyî welat xurtir bikin.”
'JI BO PÊŞEROJÊ EM GEŞBÎN IN'
Di dawiyê de hevseroka SZK’ê Viyan Hesen got ew dixwazin di destûra Sûriyeyê de zimanê kurdî were parastin û wiha dom kir: "Ji bo pêşeroja zimanê kurdî li Sûriyeyê em geşbîn in, ji ber xebata ku van 12 salên derbasbûyî ji bo fermîkirina kurdî ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dayîn ne kedeke kêm e û ev ked dê ne partiyên siyasî û ne jî hikumeta Şamê bikare çavên xwe lê bigire. Em geşbîn in ku dê di destûra Sûriyeyê de zimanê me wekî zimanekî fermî bê nasîn.”
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Amûdê ji bo Cejna Ziman pêşangeha wêneyan
- Li Rojava Cejna Zimanê Kurdî çawa hat pîrozkirin? (Va ne agahiyên ji gelek bajaran)
- Beytên helbestvanên kurd li erdê neqişandin lê nîqaş jî çêbûn
- Ji bo ziman li sedan cihan bi sedan çalakî hene
- Fotoyê rojê ji bo Cejna Ziman tê
- PEN'a Kurd konferansek li dar dixe
- Bang ji bo Pêkanîna Bendên Manîfestoya Gîronayê
- Babat: Em xizmetek ji bo ziman dikin
- 'Sosyo-Polîtîkaya Ziman' wê bê nîqaşkirin


