AMED
Serokê Koma BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di civîna yekemîn Koma BDP’ê ku ne li Enqereyê li Amedê pêk hat de bal kişand ser hewldana AKP’ê ya ku dixwaze bi MHP’ê re Zagona Bingehîn çêbike û got: “Bi MHP'ê me tehdît dike. Ev yek nikare qet helwesta me nerm bike. Kurdan biryara xwe daye, dora biryarê ya AKP’ê û di şexsiyeta wê de ya dewletê ye.”
Demîrtaş ji bo vegera meclisê jî got ku divê şertên mutabaqatê hebin.
Civîna ku li Navenda Çanda Cegerxwîn pêk hat de hemû mebûsên ku derbasî BDP'ê bûbûn, mebûsên blokê yên serbixwe Ahmet Turk, Leyla Zana, Aysel Tugluk, Şerafettin Elçi, nivîskar Nuray Mert û komek mirov amade bûn. Roj TV bi awayekî zindî civîna BDP'ê weşand.
Axaftina destpekê ji aliyê Wekîla Serokê Komê Pervin Buldan ve hate kirin.
Paşê Demirtaş axivî. Vane hin xalên ji axaftina Demirtaş:
- Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê bû hêviyek. Em vê serketina kedê diyarî Îbrahîm Halîl Oruç dikin.
- 7 partiyên me heta niha hatin girtin. 20 hezar faîlên kiryar nediyar çêbûn, bi sed hezarî însan girtin, ji 3 hezaran zêdetir gund xera kirin, şewiandine, her demê deriyê parlamenê li kurdan girtin; dîsa jî gelekî watedar e ku me riya hilbijartinê bi awayekî demokratîk ji bo siyasetê hilbijartiye. Ev yek ne tenê ji bo me, her wisa ji bo muxatabên me jî gelekî girîng e. Rewşa ku derketiye holê gelekî di ser hêza xuya ya 36 mebûsan e. Ev rastiyeke têkoşîna 30 salan e. Ev encama têkoşîna kesên ku ji zindana Amedê têkoşîn dane destpêkirin e. Ji ber vê yekê em vê yekê diyariyî kesên şehîd ketine dikin.”
- Me ne tenê li dijî AKP’ê serkeftin bi dest xist, her wisa li dijî polîsên AKP’ê, waliyên wê, qeymeqam, çapemenî û kapîtalîstên wê serkeftin bi dest xist. Lewma jî dewlet hem bi awayekî siyasî û psîkolojîk hem jî bi awayekî bîrdozî bênîqaş têk çû. Hemû polîtîkayên wê îflas kirin.
- Xebatên me yên Partiyeke Sîwan didome. Îhtimal e ku di hilbijartineke din de partiyeke ku bibe desthilat ji vê derê. Armanca me ne bidestxistina desthilatiyê ye, armanca me ew e ku desthilatdariyê radestî gel bikin e.
- Hûn dibînin ku Erdogan çi zimanî bikar tîne. Lewma jî ew ê nikaribe boykota BDP’ê fêm bike. Ev zimanê ku bikar tîne ne zimanê çareseriyan e. Lewma jî axaftina wî ya li Balkonê tenê li wê balkonê maye.