STENBOL
Ji bo pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter (Apê Mûsa) û Şehîdên Çapemeniya Azad niha dema serîlêdanê ye. Yên bixwazin dikarin heta 10'ê rezberê berhemên xwe bişînin. Encam 18'ê mehê dê bêne eşkere kirin.
Îsal 30'yemîn car dê pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li dar bikevin. Îsal jî pêşbazî ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Di beşa “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Fotograf”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya Jinan” pêşbazî tê li dar xistin.
Yên bixwazin dikarin heta 10'ê rezbera 2023'yan berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran.
Îsal di beşa nûçeyên tirkî de Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahan Dogan û Mehmet Alî Çelebî endamên juriyê ne.
Di beşa nûçeyên kurdî de jî Sûna Tûnç, Hatîce Kamer, Rizoyê Xerzî, Ramazan Olçen û Leyla Ayaz endamên juriyê ne.
Endamên juriyê yên beşên din jî ev in: Nûçegihaniya Jinan: Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Arjîn Dîlek Oncel, Safiye Alagaş.
Beşa Fotografê: Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Mûrat Baykara, Bêrîtan Canozer, Çetîn Altûn.
Juriya Karîkaturan: Mûrat Îpek, Mûsa Keklîk, Aşkin Ayrancioglû
Ji bo têkilî û berhemşandinê:
E-mail:
apemusaozgurbasin@gmail.com
Tel: 0 212 252 83 99
Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekâr Sokak No: 7/3 Beyoglu/İstanbul