AMED
Di mîtînga li Amedê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk got: “Ger hûn deriyê aştiyê bigirin, gelê kurd ne bêalternatîf e. Emê tevî gelê xwe Meclisa Kurdistanê ava bikin. Dema em hatin hilbijartin me soz da gelê xwe. Gel li ku be emê li wir bin, emê bi hev re tevbigerin.”
Li Stasyona Amedê bi sernavê "Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk a zagona bingehîn" mîtîngek hate li dar xistin. Di mîtîngê de bi hezara kes amade bûn û dovîzêr wekî "Kes nikare kelebceyê li vîna me bide", "Hatip Dicle mebûsê me yê li meclisê ye" hatin vekirin.
Di mîtîngê de Hevserokê KCD'ê û mebûsê Mêrdînê Ahmet Turk axivî. Turk bal kişand ser batelkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle û wiha got: "Em li vir soz didin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. An ew ê li cem me be an jî em ê li cem wî bin."
Turk got ku KCD bi îdîayeke mezin derketiye rê, ew ê Meclisa Kurdistanê ava bikin û wiha dom kir: "Ji bo avakirina Meclisa Kurdistanê berpirsayireke mezin dikeve ser milê her kesî. Em ê Meclisa Kurdistanê bi gelê xwe re ava bikin. Dema ku em hatin hilbijartin me soz da gelê xwe. Em ê li cem wan bin û bi wan re tevbigerin. Heta mirinê em ê soza xwe bi cih bînin."
Mebûsê Mêrdînê Turk diyar kir ku ew ji bo aştiyê amade ne û wiha berdewam kir: "Heke hûn riyên aştiyê bigirin, kurd dê alternatîfa xwe ava bikin. Bila her kes vê yekê bizanibe."
Ahmet Turk axaftina xwe bi helbesta Cegerxwîn a "bi mineta kesekî din çûyîna bihuştê bi awayeke azad çûyîna dojehê baştir e" bi dawî kir.
Foto: DÎHA


