Xwendingeha serbixwe û mamostayê meqamên kurdî: Elî Merdan
Kakþar Oremar
Meha tîrmehê tije rûdanên weke: serhildanên siyasî, berxwedan, þikestin, xiyanet, mirin, rabûn û ketin e. Di vê mehê de hem Hozan Serhed þehîd bû, ham jî Elî Merdan koç kirin. Hem Enfal bû mizgîniya fermana dehan hezar kesên bêsûç, him jî gorên bi kom peyda bûn û ji nûve birîna salên reþ nû kirin. Vê carê ez ê li ser huner û jiyana kesekî bisekinim ku pirî caran li dijî xiyanet û Enfalê qêriya, lê dengê wî kêm hate bihîstin. Çîroka jiyana mamosta Elî Merdan tije azmûnên baþ ên jiyanê ye.
Destpêka Jiyanê
Di roja me de dema ku navê meqamên muzîka kurdî tê bihîstin, navê hunermend Elî Merdan tê bîra herkesî. Mamosta Elî Merdan di cîhana hunera kurdî de navekî pir naskiriye. Ji xeynî wê mirov dikare bi cesaret bibêje ku ew li cem mamosta û hunernasên hunera gelên ereb, tirk û faris jî mîna zaniyarekî qada hunerê, xwedî cihê rêzgirtineke taybet e.
Elî Merdan di sala 1904’an de li bajarê Kerkûkê (taxa Tekiye) di nava malbatek nîv halxweþ de, hat dinê. Navê bavê wî Ebdulqadir Osmanê Þarbajêrî û dayika wî jî Þanaz e. Malbata bavê Elî Merdan ji gundê Kanî Sardê ne ku girêdayî herêma Þarbajêr e. Dayika wî Þanaz jî ji bajarê Kerkûkê û ji êla Zengene ye.
Hunermend Elî Merdan ji zarokatiyê di Tekiya Þêx Elî Talbanî li bajarê Kerkûkê, dest bi xwendinê kiriye. Wî di hucreyên mizgeftan de babetên ayînî, rêzimanî û edebiyatê bi zimanên erebî û kurdî hîn bûye. Elî hê ciwan bû ku bavê wî dimire û ew neçar li cem xalê xwe dimîne. Êdî bavê wî (mezintirîn kesê ku di hemû xweþî û nexweþiyan de, naz û delaziyên wî dikiþandin), nemabû. Tevî ku Elî xortekî rihet û hêja jî bûye, xalê wî jê nerazî bûye. Elî Merdan bi nivîsandina helbestekê, wan salên xwe wiha bi bîr tîne:
“Zistanan cotyar, be hawîn sepan
Be bê heq û hiquq tenha wiþke nan
Sereray cinêw, tif û têheldan
Xew û xwardinî lêkirdim be jan
Xedir û teeida, îþêkî way kird
Þewê le nakaw le destî ramkird
Yekser rêm girte ber bo Heftexar (1)
Bûme e´meley ser sikey qetar
Le dêy Heftexar þew heta beyan
Qetarim ewt be dil û be giyan”
Li pey qederê û destpêka karê hunerê
Elî Merdanê hest nazik li pey qedera jiyana xwe digere û li gundê Heftexarê jî namîne. Ber bi Bexda paytexta dewleta Iraqê dikeve rê. Demekê bê kar û vala dimîne, heya ku diçe qirargeha (meiskera) leþkerî a bi navê Hinêdî ku wê demê Inglîzî tê de bûn. Ew di vê der barê de wiha dibêje:
"Rojê rêm girte ber bo Hinêdî
Bûme îþkerî Ingilîz û Hîndî
Bo xom mamewe ew pênc þeþ sale
Îsrahetim kird le þeqî xal e.“
Cara yekê ku Elî Merdan ber bi cîhana hunerê ve meþiya, li bajarê Kerkûkê di dîwanxana Þêx Hesîbê Leylanî de bû. Ew li wir bo yekemîn car meqama Ellaweysî ji zilamekî awazxwan yê bi navê Xidir Baramî Çaweþ, hîn dibe. Piþtre bi awayekî berfirehtir bi lêxistina Tembûrê re, meqam û awazên Xorþîdî, Sefer, Hicran, Kurd, Hore, Ay ay, Xawker û Qetar jî hîn bûye.
Her wiha Elî Merdan di hevpeyvînên xwe de behsa hinek sazjen, tembûrjen, tarjen, dombelek lêder, meqambêj û stranbêjan dike ku bi wan re rûniþtiye û feyde ji tecrûbeyên wan standine. Ew navê wan wiha rêz dike: Axa Zenonî Murad, Fars Nadir, Elekey Sefer, Eseid Silêman, Behram Mihemed, Ewrehman Cebar, Mistefa Qûrbanî, Yûnis Ehmedî, Resûl Elîaxa, Muhyeddîn Rizayî, Reþd Sadiq û Seyfeddîn Adehî.
Her wiha mîna ku mamosta Elî Merdan dide xuyanîkirin, li bajarê Kerkûkê bi hunermendê navdarê kurd Seyîd Elî Esxerê Kurdistanî re 40 þevên xweþ û tejî þahî derbas kirine. Ew li wira di huzûra mamosteyekî mîna Seyîd Elî Esxerê Kurdistanî de hînî remiz û razên nasnameya hunera kurdî jî bûye.
Nemir Elî Merdan di çavpêkevtineke xwe ya bi rêzdar Kemal Reûf Mihemed re dibêje ku ew yekemîn kes bû ku di sala 1924‘an de, li kompaniya (Homu Kurd), stran li ser qewan(sêlk)an, tomar kirine.
Þanoyên radyoyê û helbestvanî
Elî Merdanê hunermend û dengxweþ ji xeynî stranbêjiyê, gelek helbest jî nivîsandine û piraniya wan jî wî bi xwe ji xwe re kirine meqam û stran. Her wiha ew dide diyarkirin ku ji xeynî meqam û besteyan, di salên 40‘an û 50‘an de, di çend þanoyên radyoyî da jî beþdarî kiriye.
Elî Merdan ku pir evîndarê hînbûnê bû, zû li ser þaxên cur bi cur ên hunerê bi awayekî zanistî, zanyariyên xwe zêdetir kirin. Ji bona wê jî der bi der digeriya ku agahiyên xwe li ser meqam û rengên muzîka kurdî û muzîka Rojhilata Navîn, zêdetir bike.
Der bi derê hînbûnê
Mamoste Merdan di destpêka ciwaniya xwe de, ji tecrube, azmun û zanyariyên tembûrjen û dengbêjên mîna Kamil Tepeloyî, Mihemed Xelîl Axayê Meqambêj, Seyîd Ehmedê Asinger, Hacî Neimanê Qesab û Xalo Elî Qelayîyê Kerkûkî, gelek mifa stand. Piþtî ku evîna xizmetkirina huner û strana kurdî jî ew paldan û teþwîqkirin ku xwe bigehîne radyoya Kurdî li Bexda, bi îsrareke bêdawî di hizûra hunermendên Îranî: Murteza Xanê Isfehanî, Esxer Hemedanî, Mihemed Seîd Sabilaxî û Yehiyaxanê Tarzen hînî þaxên din yên hunerê bû.
Elî Merdan der barê wê hindê de ku çawa xwe hînî meqambêjiyê kiriye, wiha dibêje: Bavê min karwançî û tûtinvan bû. Çend feqiyên awazxwan ku him dengxweþ û him jî meqamzan bûn, hebûn: yên mîna Mela Mihemed, Ebdulrehman Cebarî û Heme Elî Dawiye. Baþ tê bîra min, gelek caran min ji malê tûtin didizî û ji wan feqîyan re dibir, ku qet nebe bikarim li cem wan rûnêm û guhê xwe bidim deng û awazên wan.”
Mamoste Merdan di dewama bîranînên xwe de behsa wan kesan dike yên ku meqamên kurdî ji wan hîn bûye.
Meqamên kurdî û Elî Merdan
Navê meqamên kurdî bi kar û xebata mamosta Merdan re bêtir ketin ber tîrêjên ronahiyê. Beriya ku ew meqamên kurdî bixwîne û lêkolînê li ser nasnameya wan bike, kesek tunebû ku nav û bingehê wan derxîne pêþberî ronahiyê. Kesên ku pisporê karekî wiha bûn ji ber tunebûna ragehandina kurdî naskirî nebûn. Beriya Elî Merdan nav û cewherê meqamên kurdî di tarîtiyê de mabû. Ew wisa bi evîneke kûr li ser meqamên hunera kurdî disekinî ku heta ji rûyê xwendina hinek qesîdeyên helbestvanên kurd yên kilasîk jî, navê hinek meqamên kurdî hîndibû.
Gelek hunermendan kurd û biyanî, piþtî karê radyoya kurdî li Bexda, bi bihîstina awazên Elî Merdan, meqamên kurdî bihîstin û nasnameya wan naskirin.
Mamostayê hunermend Bakurî di pirtûka xwe ya bi navê “Goranîbêje nemirekan” da, der barê Elî Merdan de wiha dibêje: “Çiqas ew mirovê nazik xiyal, ew meqambêjê resen, wî mamostay xwe bi nasandina meqaman re westand. Çi di çaxê ciwaniyê de ku gund bi gund digeriya ji bo ku meqaman hîn bibe, çi piþtî hînbûn û piþtre gotin û þirovekirin û li ser qewanan tomarkirina wan di destpêka sedsala 20an de û heya damezrandina radyoya kurdî li Bexda di sala 1939‘an de, çiqas westiyayî bû, çiqas tehlî kiþandin!”
Elî Merdan di hevpeyvînekê bi Ehlam Mensûr re wiha dibêje: Meqam… ey hewar… ay!… Meqam ji devê min derneketiye ku bi giriyê re nebe!. Ay ger mirov dilnazik û xwedî êþ û jan be, divê qet xwe nêzî meqama neke û rastî wan neyê. Mirovê dilreq ji meqaman re gerek e. Ger wiha nebe, ewê bihele û çiqas bihêz û geþ be, yê wî bipelixîne!”
Mamoste Elî Merdan tevî ku hemû meqamên kurdî û erebî dizanîn û tev jî gotine, hinek meqamên din wî bixwe jî durist kirine. Wî ew anîne nava meydana meqamên kurdî û hejmara wan zêde kirine. Mînak meqama Hîcran ku navê wê li ser navê Elî Merdan hatiye tomarkirin.
Mamoste Merdan bi dengê xwe yê nazik û xweþ, meqamêm muzîka kurdî li herêma Germiyan (baþûrê Kurdistanê) û meqamên din yên kurdî ji mirinê rizgar kirin. Arþîva muzîka kurdî bi dengê mamoste Elî Merdan, dewlemendtir bûye. Der barê meqama kurdî de mamoste Elî Merdan xwedî dîtineke taybetîye: “Her çend li ser bingeh û esilê meqamê hûrbîniyek kûr û lêkolîneke berfireh pêwîst e, lê li ser nav û nasnavê meqam û her wiha bi riya þêweya gotinê, ez dikarim bêjim ku piraniya meqamên Rojhilata Navîn kurdî ne û xwediyê wan yê sereke kurd in… bo nimune: dema tu guhdarî meqamên du stranbêjin kurd û faris an jî kurd û ereb dikî, baþ yê ji tere eþkera bibe ka kîjan ji wan resen(orjînal)tir e. Lê em çi bikin ku parek mezin ji huner û stranên me, hatine talan kirin…“
Elî Merdan û helbestek li ser wesfa meqamên kurdî
Mamoste Merdanê evîndarê meqam û hunera resena kurdî di helbestekê de, pir bi bedewî navê wan meqaman tîne ziman ku di îzgeha radioya kurdî li Bexdayê gotine û tomar kirine.
Ew di wê helbesta xwe da wiha dibêje:
Hez ekem tawê basî awaz kem
Xem û hem serdil, be hawarekem
Þaêrekanî Kurd û Kurdistan
Bêferq û ciya, lêyan bê e´yan
Bê lam danîþe, bot bilêm (Newa)
Temûre w Temûr bide be awa
Qetar û Xawker, Ellaweysî, Hîcran
Witinyan xoþe le demew beyan
Xûrþîdî û Beyat, Ay Ay û Heyran
Le naw rez û gul mangî beharan
Qezazê bilê du car xemgînî
Seyir qedî yarke, perçem çîn çînî
(Bawkî E´ta) bê, (Hîcaz Dîwane)
Bom bilê car car le gel kemana
Rastê, Hîcazê (Ecem) ya (Ewþar)
Tu Xiwa (Þorêkîþ) be Ûd û be Tar”
Gerên Elî Merdan
Nemir Merdan ji xeynî çûyîna Bêyrût û Filstînê, li sala 1932’an di kongreya yekemîn ya muzîka erebî bi Mihemed Gubançî re çûye bajarê Qahirê û li wira bi zimanê kurdî meqam gotine û li ser nasnameya muzîk û hunera kurdî axiviye. Di navbera salên 1960’an de jî bi Mihemed Arif û Hesen Cizîrî re çûye Îran û Rojhilatê Kurdistanê û bûne mêvanên hunermendê nemir Hesen Zîrek. Elî Merdan li wira di radyoyên Tehran û Kirmaþanê de meqamên kurdî tomar kirine. Di vê mêvandariyê de ji mamosta Elî Merdan re hat kifþê ku Hesen Zîrek mirovekî xizmetkarê hunera kurdî ya otantîk û ji doza kurd û Kurdistanê re jî mirovekî dilsoz bûye.
Her wiha mîna ku ji aliyê piraniya kesan ve tê gotin, Elî Merdan bixwe jî mirovekî nîþtimanperwer û kurdistanperest bûye. Demên herî xweþ ji bo mamosta Elî Merdan ew dem bûn yên ku berê wî dikete bajarekî Kurdistanê. Sonda wî ya herî mezin jî bi navê Kurdistanê bû.
Sala 1972’an Elî Merdan ku bi salan karmendê radyoya kurdî bû, xaneniþîn bû. Ji 4 kur û 4 keçên wî, kurê wî yê bi navê Ebdulqadir Merdan, mirovekî hunermend e û gelek mijûlî karên edebî û çapkirina pirtûk û babetên edebî ye. Heya roja ku Elî Merdan çû ber dilovaniya Xwedê, li cem kurê xwe Ebdulqadir bû. Wî hemû tiþtên bavê xwe (Ûd, Qewanên kevin, cil û berg û wêneyên wî) li cem xwe parastine.
Radioya Bexda û Stranên Elî Merdan
Stranên hunermend Elî Merdan yên mîna; Ay çend im xoþ ew ê, Kiras Kuderî, Ew çawe ciwane, Xom û Ûdekem Fatime du çawî mestit, Key dêtewe, Be yadimke, Þede þil, Giyane besyetî, Erûy Oxir, Gule Bax, Perçem û Egirîce, Kolan be kolan, Çend carim wit, Rencî bêwerim, Yar derwa û bi dehan stranên din li ser navê wî di nava gel de belav bûn.
Elî Merdan xwedî ekolek serbixwe bû. Ew di radioya Kurdî de demeke dirêj (bi qasî 25 salan) xebitî û li rex hunermendên herî mezin di “komîta helsengandina deng û nirxandina berhemên hunerî” de bû. Her wiha çend salan jî di xwendingeha nimuneya kuran li bajarê Bexdayê, mamostayê Solfêc(j) jî bû. Elî Merdan ku cara yekê di sala 1940’an de li radyoya Bexdayê dest bi strîna meqam û stranên kurdî kir, di her ahengekê da ku saetekê an jî zêdetir dewam dikir, tenê dînar û nîvekê Îraqî ji îzgeha radyoya kurdî distand.
Salên dawiya jiyanê û xemgîniya Elî Merdan
Di salên dawiya jiyanê de, êdî dengê Elî Merdan ketibû û nedikarî bistire. Di nava civatan de êdî mat û bêdeng, bi nêrînên tije xem û hesret tenê guhdar dima.
Ji bo hunermendekî jî ji destdayîna deng yanî ji destçûyîna hemû tiþtekî. Mirina menewî ji vira destpêdike. Ew di vê der barê dibêje: “Ez ji dan û standina kesên derdora xwe, têgehiþtim ku êdî dengê min bi kêrî stirînê nayê… di wê demê de min wa dizanî ku tîrek li zikê min dan û xwê bi birînên min da werkirin…“
Mamostayê mezin Elî Merdan piþtî ku gelek salên dûr û dirêj xizmeta hunera kurdî kir, di 24.07.1981’an (demjimêr 04.30 berê sibê), li bajarê Bexdayê wefat kir û li wira jî hat veþartin. Wî wesiyet kiribû ku li goristana Seywan ya bajarê Silêmaniyê bê veþartin, lê ev wesiyeta wî cî bi cî nebû.
Di roja îro de hunermendên ku stranên Elî Merdan ji nûve dibêjin, pir kes hene. Ev jî vê rastiyê bi me dide selmandin ku kar û hunera Elî Merdan bûye serûkaniyek ji nifþên piþtî wî re. Heya niha koma Kamkaran, Ednan Kerîm, Kerîm Kaban, Mihemed Reûf Kerkûkî, Necmedînê Xûlamî û Nasir Rezazî, stranên wî ji nûve gotine.
Jêder:
(1). Heftexar: Navê gundekî baþûrê Kurdistanê ye.
Jêder û çavkanî:
Hevpeyvîn bi mamosta Wiriya Ehmed re
“Goranîbêje Nemirekan”, nivîsîna mamosta Bakurî.
Çend Stranên Elî Merdan
Þerte Ta Rojî Heþir (Meqama Hîcran)
Þerte ta rojî heþir xolyay min bê çawî yar
Wêlî sehra bim hemîþe terk ekem xiwêþ û diyar
Þerte wek Mecnonî bêkes deþt û kêw bê meskenim
Ta be daxî Leylewe demnêne qebirî teng û tar
Þerte wek Ferhad qolingî yadî Þîrîn helgirim
Ta le pay kêwû fîraqa cê bihêlim yadigar
Þerte wek azîz mirde ser le ejino bernedem
Bo diley wêl dêwane keþkul û e´sayek helgirim
Bîxme lawe be carê îzzetî nefs û wîqar
Be Yadimke
Be yadimke be yadimke
Be yadimke firyadimke
Herçend care ke naz dekey
Ay birînekem ekûlêtewe
Herwa derwa lence eka
Ser gonakey e´req deka
Nexoþ bîxwa pêy ferq eka
Ay birînekem sarêj eka
Herwa derwa be naw dêda
Cotê sole sor le pêda
Dayikit kiwêr bê tuy bê kê da
Ay birînekem mekûlênewe
Areqî destî dulber bê
Ba jehirî marî hewt ser bê
Min her eyxom qestî ser bê
Ay birînekem sarêj eka
e-mail: Kakshar_oremar@yahoo.de
26.07.2019, E-rojname.com