Diyarname
Festîvala Fîlman a Gûzeka Zêrîn ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê organîzekirin niha juriya Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî diyar kir. Senarîst û derhêner Ozcan Alper dê serokatiya juriyê bike.
Festîval îsal 29'emîn car di navbera 12-18'ê rezberê de li dar dikeve. Di bin serokatiya Ozcan Alper de jurî ji sazkar û amadekara festivalan Julia Sinkevych, lîstikvan Nazan Kesal, lîstikvan Levent Ozdilek, derhênerê dîmenê Gokhan Atilmiş,mizîkar Fahir Atakoglu, nivîskar û akademîsyen Prof. Dr. Umut Tumay Arslan pêk tê.
Jurî di beşa Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj de serketiyan diyar bike.
Di festîvalê de Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj, Belgefîlmy, Kurtefîlm, Kurtefîlmên Xwendekaran û KurtefÎlmên Edeneyê çend pêşbazî hene.
Festîval ji sînemaya dinyayê fîlman dê pêşkêş bike, ligel van dê gotûbêj û atolyeyan jî li dar bixe. Her wisa beşa sînemaya zarokan jî di nav festîalê de heye.
Yên bixwazin heta 10'ê vê mehê dikarin fîlmên xwe yên metrajdirêj bişînin.
**
Nûçeya Eleqedar;
- Gûzeka Zêrîn li benda fîlman e