Cemil Oguz
Pirtûka nivîskar Ahmet Aras a bi navê “Şaîrê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê” li ser dengbêj Evdalê Zeynikê pirtûka bingehîn e ku heta niha hatiye çapkirin. Niha çapa wê ya sêyemîn ji Nûbiharê derket.
Nivîskar û lêkolîner Ahmet Aras di sala 1944’an de hatiye dinê. Wî çend pirtûkên li ser folklorê berhev kirine û çap kirine. Lê pirtûka ku herî zêde tê zanîn pirtûka li ser Evdalê Zeynikê ye. Arasî bi vê pirtûkê dengbêj Evdalê Zeynikê ji nû ve derxistiye ser dikê. Lê tiştek din heye ku bi vê yekê navê Ahmet Aras bixwe jî li nava kurdan belav bûye. Çîroka nivîsandina pirtûkê diçe dor 60 sal berê.
DI 17 SALÎ DE DEST PÊ DIKE
Dema li Îzmîrê min bi Aras re xeber dabû*, wisa mesele anî bû ziman: “Di sala 1961'ê, yanê dema ez hê 17 saliya bûm, Evla Begê Silêman Begê (ku ji gundê Intabê Bado ye) qala Evdalê Zeynikê kir. Bala min kişand û ez çûm min pêre xeber da. Ev bû bingeha vê pirtûkê. Paşê di sala 66'an ez carek din çûm min pêre xeber da.”
Helbet wê demê rewş wekî niha ne hêsan bû. Aras wisa didomîne: "Wê çaxê wekî niha rehetî tune bû. Kesî nediwêrî bi kurdî tiştek bike. Ez gund bi gund digerim tiştek li ser Evdal peyda bikim. Ez çûm gund, min got ‘ez dixwazim li ser Evdal lêkolînê bikim û bi kurdî çîroka Evdal binivîsim’, gundiyan got, 'Wa! Ma bi kurdî jî tê nivîsin? De here karê xwe!' Roja din bi neviyê biçûk ê Evdal re em çûn ser gora wî. Çi gor e, hema wisa cihek. Me girt cihê wî diyar kir, kevir danîn dor gorê.”
ÇAPA YEKEM 1996
Piştî sal diçin, lêkolîn û berhevkirinên Ahmet Aras xurtir dibin, pirtûk jî ji bo çapê amade dibe. Û di sala 1996’an de yekem çapa pirtûkê ji Weşanxaneya Deng derdikeve.
Pirtûka li ber dest qala çîroka jiyana dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê dike. Her çiqas nikaribe sal û roja bûyîna Evdalê Zeynikê derxe holê jî diyar dike ku di salên 1800’an de Evdalê Zeynikê hatiye dinê û nîşanî xwendevanan dide ku Evdal di sala 1913’yan de miriye. Pirtûk nîşan dide ku dengbêjên din li ser rêça Evdal ev xeta dengbêjî domandine û Evdal tesîreke mezin li van dengbêjan, bi taybetî jî li dengbêjên Serhedê kiriye. Û bi agahiyên xwe, bi sala derketina xwe û bi tesîra xwe ya li ser xebatên li dû xwe, ev pirtûka li ber dest bûye klasîkeke kurdî.
DI ÇAPA NÛ DE KLAMÊN NÛ
Piştî salan vê carê bi çapa xwe ya nû pirtûk ji Weşanxaneya Nûbiharê derdikeve. Dema Nûbihar di sala 2014’an de li cem xwe çapa pirtûkê ya yekemîn belav dike têde hinek lêzêdekirinan jî dike. Bi vê pirtûk baştir dibe. Em dîsa guh didin Aras: “Lêkolînên min her dom kirin. Piştî çapa yekemîn min hin klamên Evdal peyda kirin. Ji van yek li ser evîndariyê ye bi gotina kurê neviyê Evdal Hecî Mihyedîn, yek jî ji kilama ‘Dêrsim’ê, du beş min di vê çapê de bi cih kirin. Xencî vana, min pênc hevpeyvîn jî li pirtûkê zêde kirin. Bi van hevpeyvînan ez bawer dikim xwendevanên me wê di derheqê jiyana Evdalê Zeynikê da zêdetir bibin xweyî zanîn.”
Di van deh salên dawî de eleqeya ji bo lêkolînên li ser Evdalê Zeynikê, her wiha eleqeya ji bo kurdî jî zêdetir bû. Loma jî li ser Evdalê Zeynikê pirtûkên nû derketin, û pirtûka heyî jî zêdetir hat xwendin û belav kirin. Vê yekê kir ku Nûbihar çapa duyemîn jî derxe û niha jî pirtûk bi çapa xwe ya sêyemîn li pêşberî xwendevanan e.
Nûçeyên Eleqedar:
- Abîdeya Evdalê Zeynikê hate çêkirin
- Aras: Evdalê Zeynikê lîrîzma klama kurdî temsîl dike
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com