Diyarname
Partiya Demokratan asta jorîn a kongreyê di Senatoyê de jî serketin bi dest xist.
Li gor nûçeya televîzyona CNN înternational di Senatoyê de Demokrat gihîştin 51 endamî. Ji 100 endamên Senatoyê endamtiya 35'an nû dibû, yanê ji sisêyan yek nû dibû senato; di vê hilbijartinê de Demokratan 19 endam bi dest xistin û bi vê yekê piraniya Senatoyê êdî di destê Demokratan de ye.
Hê encamên teqet nehatiye. Niha Demokrat li bendê de ku ji 16 endamên din 9 endaman jî bi dest bixin û bigihîjin "piraniya super" ku 60 endamên Senatoyê ji bo vê yekê divên.
Ger Demokrat bigihîjin vê hejmarê, di 30 salan de yekemîn car dê bigihîjen vê piraniya super.
Di hilbijartina berê d ji 35 berendamên Senatoyê 23 jê Komarparêz, 12 jî Demokratan bi dest xistibû.
Nûçeyên eleqedar:
- Serokê nû yê DYA'yê Barack Huseyîn Obama ye