Yusuf Bagî
Êdî em baş dizanin bê em kî ne û em di bîr û baweriya mafê xwe de ne. Her çiqasî di çavên kedxwaran de em wekî gundî têne dîtin, lê em tehma azadiyê dizanin.
Hatin û hêjî tên bi dek û dolaban em xapandin. Melhêb û tevrikên di lepên me de girtin û çeka birakujî dane lepên me û birakujî li ser me ferz kirin. Gotin û hê jî dibêjin ew zarokên we ji dîn derketine, bûne zerdûştî, bûne ermenî û em xapandin. Zarokên me bi destên me dane kuştin.
Lê her çiqasî dereng be jî me xwe naskir.
Em dizanin di vê pergala Rojhilata Navîn de, çiqasî mafê me kurdan hatiye binpêkirin. Û em gelê kurd di Rojhilata Navîn de hatine pelçiqandin. Ȇdî tu kes nikare gelê kurd bi wan tişt û miştitên beradayî mîna kîsên meqarna û çar kîs komir yan jî bi çar qiruşên cerdevaniyê gundiyan bixapîne. Ȇdî gelê kurd berjewendîya ferdî asas nagire. Bi giştî gelê kurd mafê xwe yê neteweyî dinirxîne.
Ȇdî gelê kurd dikare mafê xwe yê neteweyî û xaka xwe biparêze. Gelê kurd di wê bir û baweriyê de ye ku di Rojhilata Navîn de dewleta herî mezin KURDîSTAN e.
Gelê kurd bi baweriya neteweyî, serî ji tu dagirkeran re natewîne û azadiya xwe esas digire.
Ȇdî tu bendav xwe li hemberî gelê kurd nikarin bigirin û gelê kurd bi yek dengî dibêjin emê dengê xwe bidin xwe.