Diyarname
Serokê Lijneya Hînkedariya Bilind (YOK) Prof. Dr. Yusuf Ozcan digel rektoran civîneke li dar xist û li ser zimanê kurdî sekinî.
Seroke YOK'ê Ozcan bi rektor û cîgirên rektorên ên 27 zanîngehan re li Enqereyê civîneke li dar xist. Ozcan piÅŸtî civînê ji bo rojnamegeran axivî, da zanîn ku ew li ser 'berfirehkirina demokratîk' sekinî ne. Ozcan got ku li ser beÅŸa Wêje û Zimanê Kurdî tiÅŸtên ku YOK bike di rojeva wan de ne û got: "Di çarçoveya 'Berfirehkirina demokrasiyê' de meseleya kîjan xebatan dê YOK bigire ser milên xwe di rojeva me de ye."
Ozcan wiha berdewam kir: "Berî vebûna TRT ÅžeÅŸê jî me li ser vê meseleyê xebat dikir. PiÅŸtî vebûna TRT ÅžeÅŸê ji bo Navenda Lêkolîn û Wêjeya Zimanê Kurdî me destûr dabû Zanîngeha Stenbolê. Ev xebat berdewam dikir. Li ser vê hikumeta me gavên ji bo berfirehkirina demokrasiyê avêt. Me biryar da ku 'ka em dikarin çi li vê yekê bikin', me ji zanîngehên xwe dîtinên wan girtin. Ji bo vê me rektorên 27 zanîngehan vexwendin. Civîn baÅŸ derbas bû."
Ozçan li ser biryarên ku di civînê de girtine jî wisa got: "
"PêÅŸî, derket holê ku hemû rektorên me piÅŸtgirî didin vê xebatê, gotin 'bi awayekî bila kedame jî têde hebe'.
Di warê hîndekaran de dê pirsgirêka me nîn be. Ji ber ku di nav hîndekarên beÅŸa Zimanê Farisî, Zimanê Erebî de gelek jê bi kurdî dizanin, hate gotin ku em dikarin wan transfer bikin. Ev tiÅŸtên girîng in lê gelek tiÅŸtên ku hê divê em bikin hene. 10'ê mehê civîna lijneya me ya giÅŸtî heye emê nîqaÅŸ bikin.
Em ji aliyê zanistî ve li meseleyê dinêrin. Yanê li gor hin reqeman li welatê me zimanekî ku 12-13 mîlyon kes pê diaxivin heye. Ne tiÅŸtî rast e ku zanîngeh dûrî vî zimanî biseinin. Çawa em li ser zimanên din xebatê dikin em dikarin li ser kurdî jî wisa xebatê bikin û bi awayekî zanistî li ser lêkolînê bikin.
Em vê xebata xwe li derveyî xebata hikumeta me dibînin. Xebata hikumeta me biqede jî ev xebata me dê bidome. Zanîngehên me yên ku bi xwestik bixwazin xebatên bikin ji bo destûrdayînê emê bi awayekî pozîtîf nêz bibin."
Rektorên zanîngehên Dîcle, Culemêrg, Mêrdin Artuklu, Enqere, Anadolu, Artvin Çoruh, Ataturk, Bilkent, Çukurova, Marmara, MûÅŸ Alpaslan, Dêrsim, Ondokuz Mayıs, Kafkas, Karadeniz Teknik, Selçuk, Trakya û NevÅŸehirê hatibûn vexwendin.