Diyarname
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Şaredarê berê yê Amedê û mebûsê berê yê HDP'ê Osman Baydemîr de nameyeke ji bo Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê şand û xwest ji bo Baydemîr "Bultena Sor" bê derxistin, daxwaza îadeya wî bê kirin.
Serdozgerî der barê Baydemîr de bi îdîyaa "Endamtiya rêxistinê" doz vekiriye û dixwaze Baydemîr bê tewqîfkirin.
"Bultena Sor" li dinyayê di nav welatan de tê bikaranîn û ji bo hemwelatiyên ku li derveyî welat in lê doz li wan hatiye vekirin, yan sûc kiriye tê derxistin.
Ji ber ku Baydemîr niha li Îngilistanê ye, Dozgeriyê xwest Tirkiye ji Îngilistanê bixwaze ku Baydemîrî teslîm bikin.


