Diyarname
Zemanekî her peyvek kurdî beranberî cezayê pereyan bû. Niha vê carê li şaredar cezayê pereyan birîn.
Salên berî 1980'yî li bajarên kurdan her ku peyvek bi kurdî bihata gotin, beramberê wê pere ji kesê kurdî axivî dihat girtin. Niha Şaredarê Sêrtê yê BDP'yî Selîm Sadak jî bi cezayeke wisa re rû bi rû ma.
Sadak par di vekirina avahiya bajêr a BDP'a Sêrtê de bi kurdî axivî bû. 1'emîn Dadgeha Asliya Ceza ya Sêrtê doz li Sadak vekir û di danişîna biryardayînê de ji ber "Muxalefeta li Zagona Partiyên Siyasî" 5 meh cezayê hepsê li Sadak birî. Dadgehê paşê ev ceza veguhart cezaya pereyan û di encamê de 3 hezar TL ceza da Sadak. Rewş bû eynî wekî salên berê...
Ji bo yên ku dibêjin kurdî bûye serbest ev mînaka dawî ye.


