Diyarname
Piştî Kasimpaşa, Çaykur Rize jî xatir ji lîga yekem xwest û ket lîga duyem. Tîma sêyem dê hefteyên dawî de diyar bibe.
Serdema Lîga Yekem hêdî hêdî ber bi dawî ve diçe. Di vê navberê de yên ku ji lîgê dikevin jî diyar dibin. Li gor pûanan tîmên bi navê Kasimpaşa Spor û Çaykur Rizespor ji aliyê binî ve di rêza yekem û duyem de ne û di du hefteyên ku ji bo bidawîbûna vê serdemê re maye de ew her du hefteyan bi ser bikevin jî fêde nade.
Piştî van her du tîman Vestel Manisaspor, Konyaspor û Gençlerbirligi dê her du hefteyên dawî de zor bidin xwe ku li lîgê bimînin. Bi gotineke din di van du hefteyên dawî de piştî Kasimpaşa û Çaykur Rizeyê tîma sêyem ku dê ji lîgê bikeve dê diyar bibe.
Maçên ku îro hatin lîstin û encamên wan bi vî rengî çêbûn:
Beşiktaş - Bursaspor: 3-0
Denizlispor - Sivasspor: 1-2
Kayserispor - Çaykur Rizespor: 3-0
Gençlerbirligi - Îstanbul Buyukşehir Bld.: 2-1
Vestel Manisaspor - Konyaspor: 2-0
Gaziantepspor - Trabzonspor: 1-1
Ankaraspor - G.Birligi OFTAŞ Spor: 1-0
Kasimpaşaspor - Ankaragucu: 2-2