Diyarname
Pêşbaziya stranan a Eurovision îsal li Liverpoola Îngilistanê li dar ket.
Par ÛKrayna bi ser ketibû, ji ber vê divê li Ûkraynayê li dar biketa lê ji ber şer li Liverpoolê li dar ket. Îsal 37 welat beşdarî fînala pêşbaziyê bûn. Ji Swêdê Loreen di pêşbaziyê de bi ser ket. Loreen bi strana "Tattoo" beşdar bû û bi 583 pûanên girtin di Eurovision 2023 de bû yekemîn.
Loreen, di sala 2021'yan de jî bi strana xwe "Euphoria" bûbû yekemîn. Piştî muzîsyenê îrlandî Johnny Logan bû duyemîn kes ku di Eurovisionê de du caran dibe yekemîn.
Kaarija ku bi strana "Cha Cha Cha" li ser navê Finlandiyayê beşdar bû, bi 526 pûanan bû duyemîn.
Ji Îsraîlê Noa Kirel bi strana xwe "Unicorn" bû sêyemîn. Wê 362 pûan girtin.

Stranbêja îsraîlî Noa Kirel bi strana xwe "Unicorn" beşdar bû.


