Diyarname
Îro bi temamî 10 fîlm ketin vîzyonê. Yek ji wan ku derket pêş "Cariye" ye.
Derhêner Chan-wook Park yek ji derhênerên girîng ê sînemaya
Koreya Bakur e. Dema Park tê gotin fîlmê wî "Old Boy" tê bîra mirovan. Park niha bi fîlmekî nû derket pêşberî temaşevanan: "The Handmaiden" (Cariye). Fîlmê ku li Tirkiyeyê bi navê "Hîzmetçî" ketiye vîzyonê ji romana Sarah Waters hatiye girtin.
Di fîlm de derhêner temaşevanan dibe salên 1930'yî ya Koreyê û çîroka aşk û zordariyê radixe ber çavan. Şîdet, şehwet, zordariya mêran bi sehneyên serketî yên Park derdikeve pêş. "The Handmaiden" (Cariye) li Festîvala Fîlman a Cannemsê ji bo Xelata Palmiyeya Zêrîn ketibû pêşbaziyê ji nav fîlmên vê hefteyê yên ketine vîzyonê derdikeve pêş.
Fragman:
.
Vane fîlmên din ên îro ketin vîzyonê:
- Amîgos / Derhêner: Arif Çagatay Ozkan
- Organîk Aşk Hîkayelerî / Derhêner: Alpgiray M.Ugurlu
- Everything Everything / Derhêner Stella Meghie
- Overdrive / Derhêner: Antonio Nefret
- Science Fiction Volume One: The Osiris Chlid
- Manîfesto / Derhêner Julian Rosefeldt
- The Mojicons / Derhêner Aleksander Romanetz
- The Model / Derhêner Mads Matthiesen
- Vier Gegen Die Bank / Derhêner Wolfgang Petersen


