Diyarname
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî der barê Serokê Lîbyayê Miammer Qedafî de biryara tewqîfkirinê da.
Ji dozgerên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Moreno Ocampo di meha gulanê de bi sedema "li hemberî mirovahiyê sûc kiriye' xwestibû der barê Qedafî de biryara tewqîfkirinê bê dayîn.
Dadgeha Lahey daxwaza Ocampo Ocampo nirxand û biryara tewqîfkirina Qedafî da. Biryar ji bo kurê Qedafî Seyf-ul Îslam û şefê îstîxbaratê Abdullah Senussi jî hatiye girtin.


