Diyarname
Di kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de 4 tîmên bi ser ketin û derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn.
Pêr Beşîktaşî Gençlerbîrlîgî têk biribû û derbasî nîv finalê bûbû. Dûre maça Fenerbahçe û Giresunê hebû Fenerbahçe derbasî nîvfînalê bû. Di nîvfînalê de ev her du tîm bûn reqîbên hev.
Û di maça Kayserî Akhîsarê de Akhîsar, di maça Galatasaray Konya Sporê de Galatasaray derbasî nîvfînalê bû û ev her du tîm bûn reqîbên hev.
Di nîv fînalê de Beşîktaş û Fenerbahçe, Akhîsar û Galatasaray dê bên hemberî hev. Maçên yekemîn rojan 27-28'ê vê mehê, an jî 1'ê adarê (paşê dê diyar bibe) maçên duyemîn jî rojên 17-18 adar an jî 19 adarê dê bêne lîstin. Her du tîmên bi ser bikevin roja 9'ê gulanê dê maça fînalê de bên hemberî hev.


