Gokhan ALTAY / MA / WAN
Li Behra Wanê ku îsal di pêşbirga Turnûvaya Cîhanê ya NASA de wêneyê wê bû wêneyê herî xweşik, bi giravên xwe balê dikişîne ser xwe. 4 girav li Behra Wanê hene. Yek ji giravên herî navdar Girava Extirmanê ye. Giravên Adir, Çarpanak û Çûkan jî xwedî taybet in, lê ne bi qasî Girava Extirmanê... Girav bi dêra ermeniyan a dîrokî balê dikişîne ser xwe. Bi hatina biharê re Girava Extirmanê ku nêzî Navçeya Westanê û li tenişta Çiyayê Artosê ye, bi reng û xemla xwe balê dikişîne ser xwe.
Girava Extirmanê ku bi Dêra Surp Xaç û gorên dîrokî navdar e, di heman demê de yek ji gravên herî zêde mazûvanî ji bo turîstan dika ye. Girava Extirmanê ligel cureyên sewalan bi cureyên nebat, gul û çîçekan jî navdar e. Bi taybetî refên qaqlîbazan, kîvroşk, kîso, perperok, bilbil û gelek cureyên sewalan giravê şîn û geş dikin. Di her meha avrêlê de bi rengê kulîlkên bihîv û dar û beran xwezaya giravê rengîn dibe. Bi zindîbûn, reng û bêhna xwe girav mirovan mest dike. Ji ber xweşikahiya giravê ya ku di nava Behra Wanê de geş e, li aliyekî çiyayê Artosê ku bi berfê xemilî ye, li aliyê din çarmedorê wê ku bi ava şîn hatiye pêçan, her roj bi sedan kes ji navçe û bajarên derdorê diçin wê ziyaret dikin.
Ji bo wêneyên giravê: