Diyarname
Salên borî motora lêgerînê Google wergera kurdî xistibû nava zimanên ku werdigerîne, niha Microsoftê jî heman gav avêt.
Li ser vê yekê kompaniya Microsoftê daxuyaniyeke weşand û got; "Microsof Translator îro du zaravayên kurdî yên Kurdiya Bakur û Navendî dixe nava bernameya xwe. Kurdiya Bakur û Navendî ji niha û wê de dê bernameya Microsoft Translator de, Office û Translator fo Bing de bê pêşkêş kirin."
Microsof di bernameya xwe de xebata wergera li dor 70 zimanan dike û ji bo agahiya ya bi kurdî jî daxuyaniyek bi wêneyê Keleha Hewlêrê pêşkêş kir.
Têbiniya Diyarnameyê: Ji bo "Kurdiya Bakur" qesta wan kurmancî û bi tîpên bi latînî, ji bo "Kurdiya Navendî" jî qesta wan soranî û bi tîpên erebî ye.


