Hesekê
Li Hesekê êrîşeke întîxarî li salona dawetê çêbû. Hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe: Li gor agahiyên dawî hejmar derket 34'an..
Li gor nûçeya ANHA'yê li Salona Dawetê EL-Senbil a li ser rêya gundê Sifeya û Hesekê vê êvarê saet li dor 8'an êrîşeke întîxarî hat kirin. Di bûyerê de 34 kes mirin û bi ser 50'î re birîndar hene.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên der dorê yên li Şabo, Hikmê, Wetenî Meydanî.
Li nexweşxaneyan pêdivî bi gelek xwînê heye.
Her wiha Kordînasyona Rêveberiya Xweser piştî komkujiya Hesekê li Rojava 3 roj şîn ragihand.
Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dan: 1-Emîn HesenDerwîş 2-Ebdullah HacEhmed 3-Ebdulhekîm HemîdÎsaFatimê 4-Nefes ÎsaFatimê 5-Ebdulezîz YûnsîÎsa 6-Ferhad HewasÎsa 7-Mistefa ŞêmûsÎsa 8-Alçî DAhirÎsa, 9-Ehmed HesenDerwîş 10-Ciwana BengînMihemed, 11-Mîdiya ElîMihemed, 12-Zana AsedHiso, 13-Aya Mesûd, 14- EhmedFerhadÎsa 15- OrhanEbdê, 16-Roj kawaFatimê, 17-Salih Ibrahîm, 18-Rêzan Abdullah Fatimê , 19-Egît SedFatimê, 20-Hêvî Ziman, 21-Sîpan ÎSaNecmedîn, 22-Ferhan EbdulrehmanHesen, 23- MesûdFatimê, 24-Gabar MesûdFatimê, 25-Mihemed YehyaAbid 26-Ceger BeşarEmîn, 27-Beheedîn Fatimê, 28- zarokeknasnemayawînayêzanîn 29-jinek ciwannasaneyawê ne hatiyezanîn 30- kesekînasnameyawî ne hatiyezanîn
(Agahiyên nû roja piştî bûyerê, her ku agahî zela bûn li vê nûçeyê hat çêdekirin.)