Diyarname
Niha maçên Kûpaya Neteweyên Afrîkayê didomin. Maça Kamerûn û Komoran li Stada Olembe ya Yaounde ya Kamerûnê bû. Di kûpayê de maça nîv fînalê dê bihata lîstin bû. Ji nişke ve îzdîham çêbû û di encamê de 8 kes di bin lingan de eciqîn û mirin.
Çima îzdîham çêbû, hê nayê zanîn, lê di encamê de 38 kes jî birîndar bûne û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Messa ya Yaoundayê.
Hin şahidan gotiye ku temaşevan li ber deriyê stadê hatine ba hev, xwestine bikevin hundir lê rayedaran derî venekirine û bûyer bi vî awayî çêbûne.
Li stadê cihê 60 hezar kesî heye, lê ji ber pandemiyê sedî 80 temaşevan girtine hundir.