Fêrgîn Melîk Aykoç
Dema mirov nivîsa Kemal Bûrkay ya li ser malpera Dengê Kurdistan ku di vê hefteya sêyemîn ya avrêlê de hatiye belavkirin û ya Mehmet Metîner a roja 8. Avrêlê di Starê de hatiye weşandin dide ber hev, mirov dibêje qey dîtinên kesekî yan jî ji navendekê hatiye amadekirin, Hima çawa ku li gel hev rûniştibin û vê mijarê wek panalîstên yekdengî binirxînin. Ma evqas jî nêzîkbûn û şibandin dibe? Yek xwedîgiravî lîderê tevgereke kurd, yek jî maskotê çapemenî û partiyeke dagirker, Niha jî berendamê partiya dagirker AKP ê yê Semsûrê ye.
Min hevokên wan ên hev du temam dikin, ji nivîsên wan wergirt û wek axaftina du panelîstan di forma prolog de dane ber hev. Fermo hun jî lê binêrin û li ser bifikirin.
Prolog ji metnê van kesayetiyan (bê şirove)
K. Burkay: Divîbû rêvebirên HAK-PAR ji bo pêkanîna yektiyeke hilbijartinan bi BDP ê re rasterast yan jî bi awayeke nepenî neketa nava danûsitandinan. Bê dem wendakirin û xwe vala mijûlkirinê tu wateyeke wê yê din tune.(1)
M.Metîner: PKK ji yekîtî û îtifaqê tenê tiştekî fêm dike. Ew jî, her kesî di bin banê xwe de civandin e.(2)
K. Burkay: Ya duyemîn jî ew bi hêla Ocalanê li Îmraliyê ve tên birêvebirin û wan îradeya xwe dane destê kesekî.
M: Metîner: Ocalan, di hefteyên borî de talîmata dabû ku bi dijberên wan ên wek HAK-PAR û KADEP ê re îtîfaq were çêkirin. Li ser vê berpirsiyarên BDP hima zend û mil hilçinîn û bi rayedarên wan partiyan re ketin nava danûstandinan.
K. Burkay: Rêvebiriya HAK-PARê di vê pêvajoya girîng de xetayeke mezin kir. Li cihê ku birêxistina xwe ji bo hilbijartinan mobilize bike, qada tekoşînê li cih hîşt, li pey berendamên serbixwe ket.
M. Metîner: Ketina nava vê kemîna ku PKK ê ji bo partiyên derê xwe amadekirî, wê siya bêbaweriyê bireşîne ser helwest û rawestana van partiyan. Di dema vê hilbijartina dîrokî de ku dê sazûmana Ergenekonê were têkbirin, nedîtina kemîneke wiha nayê fêmkirin.
K. Burkay: Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Li ser daxwaziyên bala giştî, kesayetî û saziyên welatparêz û li gel wê ji bo yekitiyên demdirêj me biryara piştgiriya berendamên serbixwe yê welatparêz da.”
M. Metîner: Ev bêanorkirineke gelek cidî ye. “îtîfaqa hilbijartinan” yan jî angaşta “yekitiya nava kurdan” tenê forma wê ya rûpoşkirî ye.
K. Burkay: Dê pêçan û saxkirina vê birînê ne hêsan be. Ev bar dikeve ser milê wan. Divê berê her tiştî, ew vê bibînin û xwe di xwerexnekirineke tund re derbaz bikin.
Çend gotin û pirs
Her kes dizane ku Mehmet Metîner kî ye û çendî li dij yekitiya kurdan e. Gava mirov tenê wiha bifikire; “gelo Erdogan ji bo çi parlementerên xwe yên bêhna kurdayetî jê dihat, wek berendam nîşan nedan, di cihê wan de M. Metîner nîşan da?” Bi hêsanî dikane rastiya vî kesî nav M. Metîner bibîne. Lê wer xuyaye ku Kemal Burkay jî yekitiya kurdan naxwaze. Birêz Bedirhan Epözdemîr di nirxandina xwe ya li ser bîrewariyên K. Burkay wiha dinivîse:
„Mafeke bala giştî ya agahdarkirinê heye. Binêrin, Ocalan çend caran kaxizên spî dirêjê we (ji bo K. Burkêy dibêje) kir û ji we re got „Hûn çi dinivisînin binivisînin, ezê îmza xwe bavêjim binî. Lê we di wê helwesta xwe ya bi rik û dijber de israr kir.“ (3)
Ez bawer dikim, mafê me heye ku em çend pirsan bikin.
1 – Berê nivîsa Mehmet Metîner di rojnama Starê de hate weşan din. Du hefte dû re ev nivîsa K. Burkei kete pêşberî bala giştî. Ji wê çend Pirs:
a) Niha kî rê nîşanê kê dide?
b) Çima her du jî îtîfaqa partiyên kurdan naxwazin?
c) Ma îtîfaqa partiyên kurdan dikana vegera K. Burkay bo Tirkiyê têxe talûkê?
2 – Gelo çima K. Burkay yekitiya kurdan naxwaze?
(1) Kemal Burkay, HAK-PAR’a yazık edildi (HAK-PAR hat gunehbar kirin)
http://www.kurdistan.nu/psk/psk_bulten/kemal_burkay_hakpara_yazik_edildi.htm
(2) Mehmet METİNER PKK’nın siyasi tuzağı (Kemîna PKKê ya siyasî)
http://www.stargazete.com/politika/yazar/mehmet-metiner/pkk-nin-siyasi-tuzagi-haber-342556.htm
(3) Bedirhan Epözdemir, Ret ve İnkâr Çözüm mü Sayın Burkay? – 5 (Ma red û inkar çareseriya Birêz Burkay) (http://www.gelawej.net/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=3070)
***
Têbiniya Diyarnameyê: Li ser daxwaza nivîskar me destê xwe neda peyvekê jî. Aykoç tirkiya diyalogan jî dabû û wisa gotibû: "Ji bo ku kes nebêje ne rast hatine wergerandin, ez, tirkiya wan jî pê re rêdikim." Me ev beş avêt. Kesên şikek wan a wisa hebe dikarin ji navnîşanan li nivîsên navborî binêrin.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Şaşika mele, şanenavê Dr.
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan