Diyarname
Nivîskarê japon Kenzaburo Oe di 88 saliya xwe de mir. Wî Xelata Nobelê ya Wêjeyê girtibû.
Kenzaburo Oe di sala 1935'an de li gundê Şîkoku ku dikeve rojavayê başûrê Japonyayê hatiye dinê. Li Zanîngeha Tokyoyê Beşa Zimanê Fransî xwendiye. Ji salên 1950'î ve heta niha dinivîse. Ew yek ji nivîskarên girîng ê japon e.
Di sala 1994'an de Xelata Nobelê ya Wêjeyê girtiye.
Weşangerê wî ragihand ku Oe roja 3'yê adarê miriye.


