Amed
Berendamê Bloka Demokrasî, Ked û Azadiyê, nivîskar Altan Tan li Amedê, li Pirtûkxaneya Aramê pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kir.
Tan heta niha pirtûkên wekî ""Degişen Ortadogu'da Kurtler" (Li Rojhilata Navîn a Diguhere Kurd), "uürt sorunu; ya tam kardeşlik, ya hep birlikte kolelik" (Pirsgirêka kurd, ya tam biratî yan jî koletiya bi hev re), "Turabidin'den Berriye'ye aşiretler, dinler, diller, kulturler" (Ji Turabîdîn heta Berriyê, eşîrî, ol, ziman û çand) derketine. Tan li Pirtûkxaneya Aramê ya Amedê pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kir.
Di roja îmzeyê ku gelek xwendevan beşdar bûn de Tan axaftineke kir û got: "Li Tirkiyeyê çend pirsgirêkên bingehîn hene. Ji van du heb pirsgirêka kurd û pirsgirêka olê ye. Di vê komara yekparêz de kurdan ji serî de li hemberî vê berxwedêriyeke nîşan da û heta îro vê helwesta xwe didomîne. Wekî rabûna duyemîn a serpiyan divê hemwelatiyên me yên elewî rabin ser piyan. Ji ber ku hê daxwxaz û xwestekên wan jî nehatine cih."